Yewnanistanê îsal nehişt ku 150 hezar koçber derbas bibin

Li Yewnanistanê, hikûmeta mihafizekar ragihand ku îsal nehiştiye 150 hezar koçber bi rêya bejahî û behrê derbasê welêt bibin.

Wezîrê Koçberan Notîs Mîtarachî yê ji rojnameya Eleftheros Typos’ê re axivî û got: “Ji serê salê heta bi niha derbasbûna 154.102 koçberan hatiye astengkirin. Bi tenê di meha Tebaxê de nêzîkê 50 hezar kesan hewil daye ku bikevin Yewnanistanê.“

Hikûmeta mihafizekara sala 2019’an bû desthilat, kontrolkirina sînor ji xwe re wek pêşîtiyekê diyar kir. Hikûmetê di daxuyaniyek a meha çûyî da de, ragihand ku dîwarê sînor ê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de bi 40 kîlometreyan hatiye lêkirin, dilê wê heye ku 40 kîlometreyên din jî lê zêde bike. 

Hikûmet, wê kamerayên termîk û 250 parêzvanên sînor bi cih bike.

Yewnanistan wek rêya derbasbûnê ya koçber û penaberên Rojhilata Navîn û Efrîkayî ne ku dixwazin derbasê nav Yekîtiya Ewropayê bibin tê zanîn.

Bi hezaran kes hewil didin ku di ser Tirkiyeyê re ji Merîç û Behra Egeyê derbas bibin û xwe bigihînin Yewnanistanê.

Her wiha rexne li Yewnanistanê tê kirin koçberan bi zorê û bi pêkanîn dermirovî dersînor dike.