‘Heqê gaz û ceyranê pir zêde ye mirov nikare bide’

Sendîkayên Ewropayî, hişyarî li rêveberên Ewropayî yên tê payîn ku li Pragê bicivin kirin ku enerjî pir biha bûye û nayê stendin.

Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê (CES) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku ji ber bihabûnê bi milyonan Ewropayî nikarin deynê xwe yê ceyran û gazê bidin.

CES’ê diyar kir ku li Ewropayê ji Tîrmeha 2021’î heta bi Tîrmeha 2022’yan bihayê ceyran û gazê ji sedî 38 zêde bûye û hêj jî zêde dibe.

Ev rewş sala 2021’î bi tenê ji bo 8 welatên YE’yê derbasdar bû.

Bi nimûne; ji bo karkerekî/ê Estonyayî îsal bikare deynê ceyrana xwe ya salekê bide, li gor sala 2021’î divê 7 roj zêdetir bixebite.

CES’ê wiha got: “Fatûreya mirov a salekê ji meaşekî mirov zêdetir be, tu rêyeka baş a berhevkirina pere nîn e. Bi milyonan mirov nikarin deynê xwe yê ceyran û gazê bidin.“

Hikûmetên Ewropayê dawiya hefteyê ji bo axaftina li ser enerjiyê wê li Pragê bicivin. Sendîkayan bang li hikûmetan kir ku dawî li zêdekirina bihayê ceyran û gazê bînin.

Sendîkayan bang li rêveberên parzemînê kir ku di serî de meaşê herî kêm daxwaza zêdekirin meaşan û sabîtkirina fatûrayên enerjiyê, bi backirina kara îstisnaî ya şirketên enerjiyê bê kirin.