Li Portekîzê belgeyên nepen ên NATO’yê hatin dizîn

Derket holê di êrîşeke sîber de belgeyên nepen ên ku NATO’yê ji Portekîzê re şandine hatiye dizîn.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Dîaor de Notîcîasê di êrîşeke sîberê de bi sedan belgeyên nepen ên aîdî NATO’yê li ser Darkwebê hatine firotin.

Hate diyarkirin hedefa êrîşê Wezareta Parastinê ya Portekîzê û servîsa îstîxbarata leşkerî ye.

Li gorî nûçeyê ev bûyer ji aliyê îstîxbarata Emerîkayê hate tespîtkirin û di Tebaxa borî de ragihandine ji rayedarên Portekîzê re.

Buroya Serokwezîriyê ya Portekîzê dizîna belgeyan ne red kir û ne jî piştrast kir.