Di erdheja Çînê de herî kêm 65 kes mirin

Li başûrê rojavayê Çînê roja Duşemê bi şîddeta 6,6 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Erdhej li eyaleta Sîchûanê pêk hat.

Hate diyarkirin navenda erdhejê 200 kîlometre rojavayê Chengdûyê ye û li gorî rayedaran herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî medyaya dewletê jî nêzikî 250 kes birîndar bûne û 12 kes jî winda bûne. Di heman demê de 200 kes jî di geliyê Haîloûyê de ji ber rê hatiye girtin, asê mane. Ev gelî 2850 metre li bilindahiyê ye.