ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn û şervanekî xwe yê li Hesekê di encama qezayê de şehîd bû, eşkere kir. -
Cenazeyên 7 şehîdên Reqayê li Cezaayê hatin veşartin
Cenazeyên 7 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Xidir a gundê Ebû Xeşeb ê Cezaayê hatin veşartin. -
50 şervanên din tevlî Artêşa Şoreşgeran bûn
50 şervanên din perwerdeya xwe qedandin û cihê xwe li nava refên Artêşa Şoreşgeran girtin. -
Pêngava Reqayê: Mayina çeteyan teqiya, 6 sivîl mirin
Li Reqayê, ji ber teqîna mayina ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû bicihkirin, 6 sivîlan jiyaan xwe ji dest dan. -
Îvan ê Yewnan li Reqayê ye
Îvan ê Yewnan li nava malbateke sosyalîst-komunîst mezin bûye. Dibêje, "Xewn û xeyala min a zarokatiyê bû, ku li qada şer guleyan berdim faşîzmê" û niha vê xeyala xwe li Reqayê pêk tîne. -
Ji ber hovîtiya DAIŞ'ê aqlê xwe winda kir
Pîra 70 salî, ku çeteyên DAIŞ'ê 3 kurên wê kuştin, yek birîndar kirin û 3 keçên wê revandin, aqlê xwe winda kir. -
Operasyona Reqayê: Taxa Yermûkê hat rizgarkirin
Şervanên QSD'ê Taxa Yermûk a ku dikeve rojavayê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Li gelek taxên bajêr şerên dijwar rû didin û 28 çete hatin kuştin. Tîmên taybet yên QSD'ê jî 500 sivîl rizgarkirin. -
Cenazeyê Ehmed û Xebat hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbic û Tirbespiyê cenazeyê têkoşerên azadiyê Ehmed Hemûd û Xebat Hedad ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîman veşartin. -
YPG'ê nasnameya 2 şehîdên Reqayê eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkrina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir. -
Cenazeyê Ebdulezîz Mehmûd li Efrînê hat veşartin
Welatiyên Kantona Efrîn û herêma Şehbayê cenazeyê şervanê Lîwa Şemal Demokrat Ebdulezîz Mehmûd bi merasîmekê veşartin. -
Li Reqayê şervan ber bi cihên stratejîk ve bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê li eniya rojhilat gihiştin derdora Mizgefta Kevnar ( ETÎQ ), ku li navenda taxa Reqaya Berê ye. Şervan li çar hêlên bajêr bi pêş ve diçin. -
Artêşa Tirk a dagirker Efrînê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kantona Efrînê topbaran dikin, lê encama wê nehat zanîn. -
Operasyona Reqayê: QSD'ê 450 sivîl rizgar kirin
Tîmên Taybet ên QSD’ê li taxa Teyar a Reqayê 450 sivîl rizgar kirin. -
Li Lazkiyeyê teqîneke dijwar rû da: Gelek kes mirin û birîndar bû
Li bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê teqînek dijwar rû da. Tê gotin, ku ji ber teqînê gelek kes mirine û birîndar bûne. -
Şerê navbera artêşa Tirk û Hêzên Şoreşger dewam dike
Şerê navbera artêşa Tirk-çeteyên wê û YPG/YPJ-Hêzên Şoreşger, ku ji ber êrîşkariya artêşa Tirk a dagirker rû da, dewam dike. -
Muslim: Şoreşa 19'ê Tîrmehê siberoja Sûriyeyê diyar kir
Ji ber ku guhertineke mezin pêk anî, Şoreşa 19'ê Tîrmehê hemû cûreyên şoreşan di nava xwe de girt. -
YPG'ê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser Efrînê daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên bi ser wê ve yên bi ser Efrînê de daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir ku di êrîşên duh de 2 sivîl birîndar bûne. -
Şehîdên Reqayê hatin veşartin
5 şervanên li Reqayê şehîd bûn, li Girê Spî û Dirbespiyê bi merasîmên girseyî hatin veşartin. -
Li Reqayê 180 sivîl ji destê çeteyan hatin rizgarkirin
Tîmên taybet ên girêdayî QSD’ê, li Taxa Teyar a Reqayê 180 sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin rizgarkirin. Li taxê şerê dijwar diqewimin. -
Pêngava Reqa: 34 çete hatin kuştin, 4 wesayît jî hatin rûxandin
Di şerê li 7 taxên reqayê qewimî de 34 çeteyên DIŞ’ê hatin kuştin, 4 wesayîtên bombeberakirî jî hatin rûxandin. Balafriên koalîsyona navneteweyî jî gelek nuqteyên çeteyan bomberdûman kirin. -
Di êrîşên artêşa Tirk de 2 sivîl birîndar bûn
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê de 2 sivîl birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Kabîr li Şedadê hate veşartin
Bi dehan welatiyên herêma Şedadê cenazyê şervanê YPGʹê Emar Ebdulhemîd (Kobir) ê di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîdbibû, li gundê El-Hiwêş a Şedadê veşartin. -
Li Şehbayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva da êrîşên li ser gundên Efrînê. Di şerê qewimî de 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. -
Mayînên çeteyan teqiyan: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndarbûn
Malbata ku dema xwestin li deriyê Ricim Slêpê re derbasî Rojava bibe, mayîna çeteyan a ji berê ve çandîbû teqiya. Welatiyek jiyana xwe ji dest da, 1 jê zarok 2 welatiyên din jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk a dagirker Efrînê topbaran dike
Arteşa Tirk a dagirker Gundê Qestel Cindo û Qetma yên naçveya Şera topbaran dike.