Ji ber hovîtiya DAIŞ'ê aqlê xwe winda kir

Pîra 70 salî, ku çeteyên DAIŞ'ê 3 kurên wê kuştin, yek birîndar kirin û 3 keçên wê revandin, aqlê xwe winda kir.

Jineke extiyar ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew ji Reqayê rizgar kir, ji ber ku bi rojan li ser cenazeyên zarokên xwe ma, bedena zarokên wê li pêş çavên wê heliyan, aqlê xwe winda kir.

Ne dîmenên kamerayan, ne wêne ne jî gotine wê ti carî têra vegotina drama gelên Rojhilata Navîn a şeş salên dawî nekin. Kesek wê birîna di dil û mejiyê van mirovan de vebûye ne fêhm bike ne jî karibe qalê bike. Em rojnamevanên Kurd ku zarokê vê axê ne, tevî ku di nava şer de mezin bûne û şahidî ji trajediya gelê xwe re kirine jî, em dikin nakin nikarin trajediya heyî ya li Reqayê fêhm bikin, dikin nakin nikarin qalê bikin.

NIKARIN BAWER BIKIN KU EW RIZGAR BÛNE

Çîroka her sivîleke/î ji aliyê şervanên QSD'ê ve ji nava bajêr hatine rizgarkirin, dema mirov dibihîze, mirov matmayî dimînin. Li vî bajarê ku çar salan li cîhanê girtî bû, trajediyên welê rû dan ku nayê bîra kesî. Ev mirovên tişt neba bi wan nehate kirin, hê nikarin bawer bikin ku rizgar bûne. Timî bi çav û dilekî bi tirs li derdora xwe dinerin. Dema ku dengê wesayitekê tê dibizin. Gava ku gotinek du gotinan li ser rewşa xwe dibêjin, hiş û mejiyê mirovan disekine.

Hin ji sivîlên ji Reqayê hatine rizgarikrin, tînin nuqteya tenduristiyê ya ji bo eniya şer hatiye amadekirin. Kedkarên tenduristiyê li vê derê ji ailyê tenduristiyê ve kontrola wan dikin.

DEMA LI BENDA CENAZEYAN BÛ, AQLÊ XWE WINDA KIR

Dayikeke extiyar, ku 3 kurên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kuştin û 3 keçên wê jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, bi destê kedkara tenduristiyê digire û jê re dibêje, "Zarokên min li pêş çavên min kuştin. Bi rojan ez li ber cenazeyên wan mam. Li pêş çavên min heliyan û bûn hestî. Haya min ji 3 keçên min nîne." Jina 70 salî, ji ber ku bi rojan li ber cenazeyên zarokên xwe bû, li pêş çavên wê zarokên heliyan, aqlê xwe winda kiriye. Dema ku şervanên QSD'ê ew tevî kurê wê yê birîndar li malekê dît, li ber cesedên 3 zarokên xwe bûn. Dayik û kurê wê nîv bi nîvî aqlê xwe winda kirine. Jina extiyar timî dubare dikir: "Zarokên min bûn hestî. Hê di hundirê xanî de ne. Cenazeyên wan nepixî bûn, piştre heliyan û bûn hestî. DAIŞ'ê ew kuştin. Haya min ji 3 keçên min nîne."

Jina ku destê kedkara tenduristiyê digirt û dişidan, jê re digot, "Biçin keçên min bînin. Ew birin aliyê Xerbî. Ez keçên xwe dixwazim."

BI XWE RE DAXIVÎ

Rewşa kurê jina extiyar hê nebaş bû. Guleyek li lingê wî ketibû. Fîşekê hestî şikandibû û ji ber ku bi rojan tedawiya wî nehate kirin, lingê wî reş bû bû. Hema bêjin kêm maye aqlê xwe bi temamî winda bike. Bi xwe re daxivî. Ji axaftina wî tiştek nedihat fêhmkirin. Hema digot, "Ez hatim Reqayê. Şer tine bû, şer tine bû. DAIŞ kî ye, ez DAIŞ'ê nas nakim." Piştre ji nişka ve bêdeng bû. Kedkarên tenduristiyê destûr nedan ku em xwe gelekî nêzî wî bikin û pê re baxivin.

Dema ku mirov li jina extiyar a ji Reqayê guhdarî dikin, drama dayika ji Cizîrê tê bîra mirovan ku 13 rojan cenazeyê keça xwe di sarincê de hilgirtibû. Cenazeyê dayika Taybet tê ber çavê mirovan ku bi rojan li pêş çavên zarokên wê li naverastê hatibû hiştin. Bûyerên ku qewimîne û zîhniyeta wan, çiqasî dişibin hev. Li aliyekî kiryarên faşîzma AKP'ê ku bi meşrûiyeta dewletê dike, li aliyê din jî kiryarên çeteyên bi navê DAIŞ'ê. Heman mejî, heman rêxistinbûn e, tenê navê wan guhertî ye. Keleha dawî ya DAIŞ'ê ji aliyê zarokên vî gelî ve hat hilweşandin. Dewleta ku ji heman zîhniyetî tê, wê nikaribe ji pêla vê tolhildanê rizgar bibe.