YPG'ê nasnameya 2 şehîdên Reqayê eşkere kir

Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkrina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê wiha dest pê dike; "Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Di pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk QSD'ê de şervanên YPG û YPJ ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ'ê li tevahî derdora Reqqayê dorpêç kiriye. Li hember pêşketinên şervanan çeteyên DAIŞ'ê bi hewildanên astengkirina pêşdeçûyîna şervanan bi hemû cûreyan êrîşî şervanan dike û şervanên azadiyê tevî hemû êrîşên çeteyan pêş de diçin."

'2 HEVALÊN ME BI LEHENGÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN'

Daxuyaniya YPG'ê wiha didome; "Di pêşdebirina pêngavê û şikandina êrîşên çeteyan de du şervanên me bi lehengî şer kirine û gihiştine asta şehadetê.

Em, YPG û YPJ hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelên me re dixwazin.

Nasnameyên şervanan  wiha ye:

Nasnav: Azad

Nav û Paşnav: Ehmed El Ebid

Navê Dayikê: Fatima

Navê Bav: Mistefa

Cihê Jidayikbûnê: Humus

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 7’ê Tîrmehê 2017

 ***

Nasnav: Kobir

Nav û Paşnav: Amar Ebid El Hemîd

Navê Dayikê: Ferce

Navê Bav: Elawî

Cihê Jidayikbûnê: Ecaca

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa  / 13’ê Tîrmehê 2017"