50 şervanên din tevlî Artêşa Şoreşgeran bûn

50 şervanên din perwerdeya xwe qedandin û cihê xwe li nava refên Artêşa Şoreşgeran girtin.

Di vê demê de, ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên Şehbayê yên rizgarkirî dikin, tevlîbûna li nava refên Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El Siwar) zêde dibe. 50 şervanên ku beriya niha bi 2 mehan li Akademiya Şehîd Neyîm El Şêx dest bi perwerdeyê kirin mezûn bûn.

Bi wesîleya mezûniyetê merasîmek hate lidarxistin û Fermandarên Artêşa Şoreşgeran, Eniya EL-Ekrad, Lîwaa Mexawîr Humis, Hêzên Asayîşa Şehbayê, Hêzên EL-Eşayêr û bi dehan şervanan tevlî bûn.

Di destpêka merasîmê de şervanên Hêzên Şorşgeran rêzgirtina leşkerî lidar xistin û paşê Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebdilqadir Şerad, Fermandarê Leşkerî yê Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Idlib, Endamê hevpeymana Niştîmanî Demokratîk li Sûriyê Ehmed EL-Erec axivîn.

Qiskeran bal kişandin ser êrîşên li ser herêma Şehbayê û gotin, şervanên herêmê dikarin parastina herêmên xwe bikin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû û şervanên mezûn bûn, ji bo parastina herêmê cihê xwe li nava refên Artêşa Şoreşgeran girtin.