Muslim: Şoreşa 19'ê Tîrmehê siberoja Sûriyeyê diyar kir
Ji ber ku guhertineke mezin pêk anî, Şoreşa 19'ê Tîrmehê hemû cûreyên şoreşan di nava xwe de girt.
Ji ber ku guhertineke mezin pêk anî, Şoreşa 19'ê Tîrmehê hemû cûreyên şoreşan di nava xwe de girt.
Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim der barê şoreşa 19 Tîrmehê de bersiv da pirsên ANF'ê. Muslim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka Sûriyeyê, bê edaletî, zor û zilma ku desthilatdariyê li gelên Sûriyeyê dikir.
Muslim qala serdema beriya partiya Baasê kir û got, "Salên berî 1963'an dîsa jî ew zîhniyeta şovenî hebû. Kê serê xwe radikir, yekser dihate girtin û li zindanan dengê wan dihate birîn. Piştî ku rejîma Baas hate ser hikum, zor û zexta li ser gelan bi taybetî ya li Kurdan zêde bûn.
Muslim diyar kir, rejîma Baasê bi zanebûn herêmên Kurdan bê kar hişt, gel neçar hişt ku koçî Şam, Heleb, Hûmis û bajarên mîna wan bike. Muslim got, "Tevî ku rejîma Baasê bi zanebûn zext û siyaseta qirêj û birçîbûn li dijî gel xiste dewrê, Kurdên li Rojava ji ber ku sûd ji serhildanên li Bakurê Kurdistanê digirtin, timî têdikoşiyan."
Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim got, "Dema k mirov baş bala xwe didin Şoreşa 19'ê Tîrmehê, dibînin ku ev şoreş bingeha xwe ji dema salên 1980'î digire ku hingî Tevgera Azadiyê derbasî Kobanê bû."
Muslim serhildana 12'ê Adarê jî bibîr xist, ku ew jî bû çirûskek û cesaretek heta ku sala 2012'an li Kobanê gel biryar da û ji rejîma Baas re bêje, "Em te qebûl nakin, ji vir biçe."
Têkildarî sedema destpêkirina şoreşê li Kobanê, Muslim ev nirxandin kir:
"Gelê Kobanê zilmê qebûl nake. Ji ziman û axa xwe hez dike, heta kembera Erebî li sûrên Kobanê hat şikandin."
Muslim bal kişand ser girîngiya parastinê û destnîşan kir, ku xweparastin bû bingeha têkoşîna li dijî hêza tarî DAIŞ'ê. Muslim got, "Piştî ku gelê Kobanê bajar ji rejîma Baas rizgar kir berê xwe da parastinê. Ji ber ku eger tu bi destê xwe xwe neparêze, wê hêzek din were desthilatiya xwe bike. E hêza jî helbet wê ne kêmî rejîma Baasê be. Lewma her kesî ji aliyê xwe ve dest bi parastina tax û gundê xwe kirin."
Muslim anî ziman ew ruhê şoreşa 19 Tîrmehê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Kobanê diyar bû û ew berxwedaniya ku her kes matmayî kir ji 19 tîrmehê û Tevgera azadiyê hat.
Muslim ji bo xizmet û karê heta niha hatî kirin jî got "Rejîma Baasê herêm vala kiribû ji her tiştî, piştî 19 Tîrmehê gelek gavên girîng hatin avêtin di milê perwerde, tendirostî, avahî ....hwd. lê ya herî girîng guhertina hrşmediya gel ku êdî bixwe xwe rêve bibe. Raste kêmasî hene û astengî jî hene. Lê rojane Kobanê û tevahî rojava di nav pêşketinê de ye."