Mayînên çeteyan teqiyan: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndarbûn

Malbata ku dema xwestin li deriyê Ricim Slêpê re derbasî Rojava bibe, mayîna çeteyan a ji berê ve çandîbû teqiya. Welatiyek jiyana xwe ji dest da, 1 jê zarok 2 welatiyên din jî birîndar bûn.

Malbata ku dema xwestin li deriyê Ricim Slêpê a li ser sînrê Sûriye û Iraqê re derbasî Rojava bibe, mayîna çeteyan a ji berê ve çandîbû teqiya. Di encama teqîna mayînê de ciwanê bi anvê Edûrehman (35) jiyana xwe ji dest da û bav Mehmûd Ebdulreman û zarokê xwe Meaz Mehmûd Ebdulreman jî birîndar bûn.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurd welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Îsam Bexdê ya Hesekê. Welatiyê birîndar Mehmûd Ebdulrehman destnîşan kir ku ew ji çeteyên DAIŞʹê direviyan da ku derbasî Rojava bibin û bi aramî jiyan bikin.

Xebatkarên tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd diyarkirin ku rewşa herdu birîndaran baş e, cenazeyê Ebdulrehman jî li bajaroka Holê hate definkirin.