Şervanên QSD′ê ji şevê din ve li eniyên rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê bi pêş ve diçin. Di pêşveçûna şervanan de taxa Yermûk a dikeve rojavayê bajêr hat rizgarkirin. Her wiha şerekî dijwar rû dide, 16 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, cenazeyên 7 çeteyan ketin destê şervanan û du erebeyên bombebarkirî hatin rûxandin.
Li taxa Reqaya Berê jî li derdora mizgefta Etîq a dîrokî jî şerên dijwar di qewimin, 2 sekvan bi giştî 8 çete hatin kuştin û wesayîtekî doçka barkirî jî hat rûxandin.
Li taxa Rewda ya ku dikeve bakur rojhilatê bajêr jî şer berdewame, 4 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûn.
Li aliyekî din jî tîmên taybet ên girêdayî QSD′ê zêdeyî 500 welatiyên Reqayê ji dorpêça çeteyan a li ser Taxên Teyar û Deriye rizgar kirin. Li taxa Reqaya Berê jî 50 sivîl hatin rizgarkirin.
Li taxên bajêr şerên dijwar rû didin û balafirên koalîsyona navneteweyî nuteyên çeteyên DAIŞ′ê bombebaran dikin.