YPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn û şervanekî xwe yê li Hesekê di encama qezayê de şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.

Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Pêngava Rizgarkirina Reqa ya ku di 6’ê Hezîranê de di pêşengtiya QSD’ê destpê kiribû, bi pêşveçûna şervanan ve didome. Di Reqaya ku ji çar aliyan ve hate dorpêçkirin de ji bo ku gel û bajar ji hişmendî û dagirkeriya çeteyan xelas bibe têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bêguman binxistina DAIŞ û bi tevahî di Rojava  û Bakurê Sûrî de qedandina wan bi ked û fedakariyeke mezin ya ku ji alî şehîdên me yên leheng ve hatin dayin pêkan bû. Ev kevneşopî îro jî, bi awayekî bê rawestan û bi şopandina van şehîdan ve, bi heman armancî û ji bo bermahiyên herî dawî ya çeteyan jî were paqijkirin ji alî şervanên me ve tê meşandin."

'6 HEVRÊYÊN ME BI LEHENGIYEK MEZIN ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN'

Daxuyaniya navendê wiha dewam dike; "Hêzên YPG û YPJ bi awayekî aktîf di nav pêngavê de têdikoşin. 6 hevrêyên me di taxên bajêr de lehengiyeke mezin raber kirin, bi armanca gihîştina serketinê ya pêngavê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

'HEVRÊYÊ ME MEDÎN HESEKÊ DI ENCAMA QEZAYEKÊ DE ŞEHÎD BÛ'

Hevrêyê me Medîn Hesekê yê ku di parastina Hesekê de erkdar bû di encama qezayekê de gihîşte şehadetê.

Em weke YPG û YPJ şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku emê armanca van şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji malbatên van hevalan û ji hemû gelê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."
 
Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye:

 

 

Nasnav: Baran Hesekê

Nav û Paşnav: Mervan Ubeyd

Navê Dayikê: Ayde

Navê Bav: Fewaz

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tîrmeh 2017

 

 

Nasnav: Dilyar Şiyar

Nav û Paşnav: Ebdilcebar Fadil

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer, Gundê Elbusa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 14 Tîrmeh 2017

 

 

Nasnav: Medîn Hesekê

Nav û Paşnav: Ibrahîm Şêxo

Navê Dayikê: Zêna

Navê Bav: Zinêr

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 16 Tîrmeh 2017

 

 

Nasnav: Mihyedîn Erîşa

Nav û Paşnav: Mihyedîn El Kazim

Navê Dayikê: Kehle

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, Keramê / 19 Adar 2017

 

 

Nasnav: Qanas Dirbêsiyê

Nav û Paşnav: Mihemed Hesen

Navê Dayikê: Salîha

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tîrmeh 2017

 

 

Nasnav: Xebat Hedad

Nav û Paşnav: Merwan Hisên

Navê Dayikê: Mehya

Navê Bav: Erak

Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa, Gundê Hedad

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 11 Tîrmeh 2017

 

 

Nasnav: Zinar Qamişlo

Nav û Paşnav: Fehed Xelîf

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs, Gundê Xerbat Sete

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 13 Tîrmeh 2017