Di êrîşên artêşa Tirk de 2 sivîl birîndar bûn
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê de 2 sivîl birîndar bûn.
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê de 2 sivîl birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker îro saet di 14.15′an de gundê Qestel Cindo û Qetmê yên girêdayî navçeya Şera û Taxa Eşrefiyê ya navenda Kantona Efrînê, topbaran kirin.
Di encama topbarana li ser navenda Kantonê de, herdu welatiyên bi navên Yamin Kiwayî (19) û Dogan Henan (30) ên birîndar bûn li nexweşxaneya Avirîn têne dermankirin.
Her wiha li navenda Kantonê şewata ji ber topbaranê derketî, ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hatin vemirandin.
Çavkaniyeke herêmî ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji seatên sibehê ve li herêma Kilîsê ya li hember bajarê Ezazê, hêza xwe ya leşkerî zêde kiriye.
Êrîşên li herêmê yên dewam dikin.