Şerê navbera artêşa Tirk û Hêzên Şoreşger dewam dike
Şerê navbera artêşa Tirk-çeteyên wê û YPG/YPJ-Hêzên Şoreşger, ku ji ber êrîşkariya artêşa Tirk a dagirker rû da, dewam dike.
Şerê navbera artêşa Tirk-çeteyên wê û YPG/YPJ-Hêzên Şoreşger, ku ji ber êrîşkariya artêşa Tirk a dagirker rû da, dewam dike.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li gundên Kilcebrîn û Marî bi cih bûne, bi çekên giran ên bi tîpa doçka êrîşî cihên şervanên Ceyş El Siwar (Hêzên Şoreşger) ên li gundên Til Çîçan, Til Midîq, Qol Sirîc, Semûqe, Herbil û Şêx Îsa kirin. Şervanên Ceyş El Siwar jî bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê şer derket. Tê gotin, şerê li vir dewam dike û heta niha derbên giran li çeteyên dewleta Tirk hatine xistin.
Wekî din duh danê êvarê saet navbera 20:00-23:00 de hêzên Tirk ên dagirker êrîşî gundên Basûfanê û Başimre yên navçeya Şêrawa ya Efrînê kirin û hêzên YPG/YPJ'ê jî bersiv dan.
Çeteyan her wiha bi çekên doçka êrîşî cihên şervanên YPG/YPJ'ê yên li gundê Barîn ê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin. Çeteyan danê sibehê jî top avêtin gundê Marenazê yê navçeya Şerayê.
Ji ber vê topbaranê zerar li cih û warên gundiyan, her wiha xisareke mezin li zeviyên sivîlan bû.