ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê 4 şervanên QSD'ê hatin veşartin
Welatiyên herêma Şedadê û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên QSD'ê bi merasîmekê li goristana Şedadê veşartin. -
Sivîlên ji Reqayê derketin: DAIŞ'ê zilm kir, QSD'ê em rizgar kir
Pêngava rizgarkirina Reqayê, ku bi pêşengiya YPG û YPJ'ê ji aliyê QSD'ê ve tê meşandin, li navenda bajêr dewam dike. -
9 şehîdên Cenga Mezin li Hesekê hatin veşartin
Cenazeyên 9 cangoriyên têkoşîna azadiyê, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li bajarê Hesekê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Operasyona Reqayê: Li Nezlit Şehade hezar sivîl hatin rizgarkirin
Ji duh êvarê ve li taxa Rewda ya li bakurrojhilatê Reqayê şerekî giran diqewime. Heta niha 8 çete hatine kuştin. Li taxa Nezlit Şehade jî hezar sivîl ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin. -
Cenazeyê şehîdê Eyn Deqnê Osman hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mustafa Osman, ku roja 17'ê Tîrmehê di berxwedana gundê Eyn Deqnê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate veşartin. -
Şehîdên Reqayê li Tebqayê hatin veşartin
Li Tebqayê cenazeyên 2 şervanên QSD′ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Reqayê hatin veşartin. -
Cenazeyên 2 şervanên Hêzên Xweparastinê hatin spartina axê
Li Efrîn û Serêkaniyê cezeyên şervanên Hêzên Xweparastinê Mûstefa Osman û Hisên Hiso bi merasîmekê hatin veşartin. -
Cenazeyê 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Goristan Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê cenazeyê Fermandarê YPG’ê Kendal Cûdî û 4 şervanên azadiyê hatin veşartin. -
Operasyona Reqayê: Xeta parastinê ya çeteyan hate şikandin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Taxa Nezlet Şihade ya Reqayê lojmanên mehmûran û herêma lojmanên sor ji çeteyan paqij kirin. -
Nasnameyên 15 şehîdên Reqayê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 15 şervanê YPG’ê yên ku di dem û cihê cuda yên berxwedana rizgarkirina bjarê Reqayê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Pêngava Reqayê: Hêzên QSD'ê 150 sivîl rizgar kirin
Tîmên Taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), zêdeyî 150 sivîl ji taxa Hîşam Bîn Ebdilmelîk rizgar kirin. -
Şehîdên Pirsûsê li Reqayê hatin bibîranîn
Li Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst, ku di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih digire, ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê merasîmeke leşkerî hate kirin. -
Hesekê: Me êrîş pûç kir, dewleta Tirk derbeke mezin xwar
Fermandarê YPG'ê Hesekê got, "Me êrîşên Eyn Deqnê pûç kir. Dewleta Tirk û komên çeteyan derbeke mezin xwarin." -
Salvegera 5. a Şoreşa Rojava li Efrînê hate pîrozkirin
Bi hezaran kesên li Kantona Efrînê li hev civiyan, bi wesîleya 5. salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîrozbahiyek lidar xistin. -
Ji çend tifingan ber bi artêşê: Çîroka YPG'ê
Şervanên ku xwe gihandine Reqayê, destnîşan kirin ku şerê wan bi tifindan li Dirbêsiyê dest pê kir, li Serêkaniyê dewam kir û îro jî ew bûne artêşeke ku tevahiya Bakurê Sûriyeyê diparêzin. -
Xewna sedsalan bû rastî -2
"Şoreşa 19 Tîrmehê hişmendiya desthilatdarên bi salan pûç kir û îradeya gelan derxist holê. Ew jî li ber çav e ku di Rojhilata Navîn de jin bû xwedî îrade û bi xwe xwe temsîl dike, rêveberiya civakê dike." -
Pêngava Reqayê: 1 jê serçete 17 çete hatin kuştin
Di Pêngava rizgarkirina bajarê Reqa de 1 jê serçete 17 çete hatin kuştin, şer li çar aliyên bajêr bi dijwarî dewam dike. -
Cenazeyên endamên Asayîşê yên li Menacîrê şehîd ketine hatin veşartin
Gelê Serêkaniyê, cenazyên 2 Endamên Hêzên Asayîşê yên ku di teqîna Menacîrê de şehîd bibûn, li Şehîdgeha Til Temirê veşartin. -
Koordînasyona Rojava, Berxwedana 19ʹê Tîrmehê pîroz kir
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava got: Em ê hemû hêza xwe bixin parstina û pêşxistina nirxên Şoreşê da ku em bighêjin Rojavaya Azad û Barkurê Sûriye ya Fedar, her wiha Sûriya pireng û dewletek fedralî ku mafê hemû kesî tê de parstî be. -
Artêşa Tirk Şehbayê bomberdûman dike
Artêşat Tirk a dagirker û çeteyên wê Gundê Semqûqa ya girêdayî Şehba û derdorî Bendava Şehbayê topbaran dike. -
Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Tirbespiyê hatin veşartin
Welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeya şervanên YPG’ê Sadiq Til Hemîs û Polat Dêrik, li Goristan Şehîd Dilşêr veşartin. -
MSD: Bi şoreşa Rojava re gelek destketî bi dest ketin
MSD: Bi şoreşa Rojava ay 19'ê Tîrmehê re gelek destketî bi dest ketin. Li Sûriye û gelemperiya herêmê şer li dijî zilmê hatiye kirin û ji aliyê demokrasiyê, biratiya gelan, jiyana hevpar û afirandina mirovê nû ve destketiyên mezin bi dest ketine. -
MLKP Rojava salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
MLKP Rojava şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Ev şoreş li hemberî tarîtiya dîrokî û bi taybetî li hemberî dagirkerî, mêtingerî, zordariya desthilatdarên herêmî, hêviya hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn mezin dike." -
Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê hate pîrozkirin
Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dirûşma "Şoreşa Rojava rûmet û azadiya gelan e" li Kantona Cizîrê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin. -
Şervanên QSD'ê ber bi Nezlet Şihadê ve bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê li Reqa bi pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê ber bi Nezlet Şihadê ve bi pêş ve diçin, her wiha gelek cihên stratejîk jî ji çeteyan paqij kirin. Li taxa Rewda şerekî dijwar heye.