YPG'ê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser Efrînê daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên bi ser wê ve yên bi ser Efrînê de daxuyaniyeke niviskî da û diyar kir ku di êrîşên duh de 2 sivîl birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirkiyê ya dagirker ên bi ser Kantona Efrînê de bîlançoyeke hefteyekê ragihand.

Bîlançoya ku YPG’ê ragihandî wiha ye:

"Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser Rojava berdewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêdetir kirin. Her wiha di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de du sivîl birîndar bûn û malên gundiyan zerar dîtin. Tevgera hewayî ya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê jî berdewam kirin.

Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên 7 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 09.07.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê û Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û Girê Barîn kirin. Her wiha bi şev saet 23:00an de artêşa Tirk û çeteyên wê bi topên hawanê, gulleyên tangê û çekên doçka êrîşî gundên Maranez û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin. Hêzên me di heman demê de bi obûsan bersiv dan êrîşa çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi balafirên keşfê yên bê mirov gundê Elqamiyê bombebaran kirin û bi çekên doçka jî êrîşî Geliyê Zîn yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û Girê Barîn kirin.

Di dîroka 10.07.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û bi çekên doçka û topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov yê artêşa Tirk li ser gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Minnix û Maranezê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera geriyan û bi çekên doçka êrîşî van herêman kirin. Her wiha hêzên me bi çekên doçka û BKC li çeteyên ku dixwestin li eniya Girê Barîn û Girê Baz çeperên nû çêkin dan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di dîroka 11.07.2017’an de çeteyan bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman demê de hêzên me bi topên hawanê bersiv dan êrîşa çeteyan.

Di dîroka 12.07.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî gundê Basûfanê kirin. Her wiha hêzên me li Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bersiv dan êrîşa çeteyan û di encam de çeteyek hat kuştin.

Di dîroka 14.07.2017’an saet 01:00’ê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Girê Baz, Girê Barîn û Girê Îska yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê, gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Bi çekên doçka jî êrîşî gundên Başemrê, Basûfanê û xeta di navbera Girê Îska û Girê Şehît Şîlan de kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan. Dîsa leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî di saet 17:00’an de bi topên obûsê êrîşî Girê Qestel, Maranez, Eyn Deqnê, Vîla Qadî û Belûniyê kirin. Di heman rojê saet di 24:00an de balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma ku dikeve navbera Qestel, Qitmê û Efrînê geriyan. Her wiha di heman rojê de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi katyûşa êrîşî Girê Qestelê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin û bi topên hawanê êrîşî Girê Îska yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin.

Di dîroka 15.07.2017’an saet 14:00’an de artêşa Tirk û çeteyên wî bi obûsan êrîşî gundên Til Tewîl, Cûmkê, Stêr û Qitmê ku dikevin Bakûrê Efrînê kirin. Di encama êrîşê de yek jê giran, bi giştî du sivîl birîndar bûn. Di heman rojê saet 16:00an de jî bi obûsan êrîşî gundê Şêwarxa yê girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi topên hawanê êrîşî Girê Barîn yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Dîsa saet ji 15:00’an û pê ve balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li herêma Eyn Deqnê geriyan. Her wiha di heman rojê de hêzên me bersiv dan êrîşa çeteyan û saet di 10:00’an de bi çekên navîn li çeperên çeteyan yê ku dikevin eniya gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa xistin. Di encam de hêjmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.ʺ