Îvan ê Yewnan li Reqayê ye

Îvan ê Yewnan li nava malbateke sosyalîst-komunîst mezin bûye. Dibêje, "Xewn û xeyala min a zarokatiyê bû, ku li qada şer guleyan berdim faşîzmê" û niha vê xeyala xwe li Reqayê pêk tîne.

Ji Atînayê ye, ev 5 meh in li Rojava ye, ji malbateke sosyalîst e, bi wî rengî hatiye mezinkirin ku dibêje, "Dema ku ji bo tevlî Şoreşa Rojava bibim û li dijî faşîzma AKP-DAIŞ'ê şer bikim min berê xwe da axa Rojhilata Navîn, desteka herî mezin malbata min da min." Rûkenê Tabûra Enternasyonalîst Îvan, ji aliyê hevalên wî ve gelekî tê hezkirin. Îvan ku hewl dide hema hema di nava her koma êrîşê de cih bigire, çeka xwe qet danîne. Îvan, ku pisporê B7 e, li herêmeke berfireh a eniya Reqayê karê tenduristiyê dike, li mayinan digere, wan îmha dike, xefikên ku DAIŞ'ê danîne pêşiya sivîlan tespît dike û koordînatan diyar dike. Bi vî rengî, bi gelek karên xwe tê naskirin.

Di destpêka hevpeyvînê de dema pê dihese ku ez jî ji Qibrisê me, bi rûkenî dibêje, "Li ku derê dewleta Tirk hebe, li wir pirsgirêk heye. Meraqan neke, heta ku faşîzma Tirk biqede, em ê şer bikin."

Me hevpeyvîna xwe ya bi Îvan re li eniya pêş a şer, di dema operasyoneke sê saetan de pêk anîn. Îvan û hevalên wî, li taxên bi kîlometreyekê li rojhilatê navenda Reqayê ne û nû hatine rizgarkirin, lêgerîn û kontrolê dikin. Îvan ku destekî wî li ser tetîkê ye, bi baldarî tevdigere. Her wiha ji ewlekariya min jî berpirsyar e. Di nava vê rewşa xetere de Îvan bersivê dide pirsên min.

Beriya her tiştî jê dipirsim bê çima li vir e, çi ew ji Yewnanîstanê anî vê derê.

Destnîşan dike ku sedemeke bi tenê nîne û qala hevpariyeke şexsî û polîtîk dike:

ŞERÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ, XEYALA WÎ BÛ

* Sedema xwe ya şexsî bi vî rengî vedibêje: Ez di nava malbateke sosyalîst-komunîst de mezin bûm. Min timî li stranên partîzanî guhdarî kir û bi çîrokên têkoşînê yên çepa Yewnan mezin bûm. Vê çanda şoreşgerî ya ku min ji malbata xwe girt, bû sedemek ku bibim parçeyek ji vê şoreşê. Vê yekê di şer de min motîve kir. Xewn û xeyaleke min a zarokatiyê bû ku li eniya şer gule berdim faşîzmê."

WEZÎFEYA CIHGIRTINA LI CEM KURDAN

* Ji aliyê polîtîk ve jî vê destnîşan dike: "Niha li Derya Spî û Rojhilata Navîn bihara şoreşê heye. Ez ji bo xwe weke wezîfeyekê dibînim ku di pêvajoya şoreşê ya ji aliyê Kurdan ve hatiye destpêkirin de ya ji destê min tê bikim. Ji bo biratiya gelên cîhanê û qedandina faşîzmê, ku baweriya min e, ez îro li çeperên Reqayê me."

DEMA HATIM, MIN JI BO REQAYÊ SOZ DA

Têkildarî wateya rizgarkirina Reqayê ji bo wî, Îvan sozeke ku beriya bê vê derê bibîr anî. Destnîşan dike ku wî soz daye hevvrêyên xwe yên dostên Kurd ên li Yewnanîstanê, ku bêyî rizgarkirina Reqayê û bêyî qedandina faşîzma DAIŞ'ê ew ê venegere.

XWEST BIBE BEŞEK JI SERKETINA KURDAN

Îvan anî ziman, ku ew ê vê soza xwe bi cih bîne, dibe ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest bide û wiha dewam kir: "Reqa paytexta sembolîk a DAIŞ'ê ye. Ev bi tena serê xwe wateyek mezin e. Qedandina vê rûreşiyê li paytexta wê, wê bibe mesajeke mezin ji bo cîhanê. Faşîzm wê li paytexta xwe hatine tinekirin. Ji bo em nîşanî cîhanê bidin ku ti tişt nêpêkan nîne û ji bo Kurd vê yekê bi ser bixîne, em amade ne canê xwe bidin. Em enternasyonalîst in, li tevahiya cîhanê li dijî faşîzmê şer dikin. DAIŞ jî rûyê tarî yê cîhana me ye. Yên ku niha li dijî vê rûreşiyê şer dikin Kurd in. hebûna me ya li vê derê her wiha ji bo Kurdan moral e."

'GELÊ YEWNAN DOSTÊ KURDAN E'

Îvan diyar dike, ku gelê Yewnan dostê Kurdan e, dewleta Yewnanîstanê jî dijminê Kurdan nîne. Di dewama axaftina xwe de Îvan bal kişand ser hevkarî û dostaniya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re û anî ziman, ku pirsgirêka wî bi çanda Îslamê re nîne û got, "AKP partiyeke faşîst e. AKP'yî aliyê nebaş ê çanda Îslamê temsîl dikin. DAIŞ û AKP yek in. Dema ku mejî û berjewendiyên wan yek bin, hingî normal e ku hevdu xwedî bikin. Ji xwe dijminê wan ê herî mezin jî yek e; Kurd."

EM LI VÊ DERÊ ÇÎROKEKE MEZIN DINIVÎSÎNIN

Îvan ragihand, ku wî aliyê gelekî giran û bi êş ê şer dîtiye, ku ti carî ji bîra wî neçe, lê belê dixwaze qala başî-rewşa erênî ya li vê derê dîtiye, bike. Wiha dewam dike: "Binerin, li vê derê enternasyonalîstên ji deverên cuda yên cîhanê hatine hene. Ev gelekî bi wate ye û e jî di nava wan de me. Xewn û xeyala min a zarokatiyê bû, niha pêk hat û bû rastiyeke ku ji zarokên xwe re qalê bikim. Li dijî faşîzmê em di heman mewziyê de ne. Ev yek çîrokeke mezin e û nayê jibîrkirin. Em cihê xwe di nivîsandina çîrokeke bi vî rengî de digirin. Eger Kurd û YPG nebûna, wê çepgirên ji deverên cuda yên cîhanê nikarîbûna li hev biciviya."

'YA RAST DI VÎ ŞERÎ DE EM BI SER KET'

Mesajeke Îvan ji bo Kurdên li Ewropayê û civakên din jî heye. Îvan diyar kir, ku şer ji destê her kesî nayê, lê belê her kes dikare tiştekî bike: "Xebatên siyasî, agahdarkirin..." Îvan herî dawî dibêje, "Di vî şerî de em bi ser ket. Belê, em bi ser ket û DAIŞ qediya."

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA