Cenazeyên 7 şehîdên Reqayê li Cezaayê hatin veşartin

Cenazeyên 7 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Xidir a gundê Ebû Xeşeb ê Cezaayê hatin veşartin.

Welatiyên bajarokê Cezaa û gundên wê cenazeyên şervanên QSD'ê Ehmed Xelef (Şoreş Cezra), Remedan EL-Nasir (Ferat Cezra), Mehmûd EL-Ebdullah(Dehiş), Macid EL-Elî (Şêrgo Cezra), Elî Mihemed (Şocaa Cezra), Husên EL-Emo(Hogir Cezra), Ebdulletîf EL-Ekir(Derxam) ên ku di Pêngava RizgarkirinaReqayê de şehîd bûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji wesayitan berê xwe dan gundê Ebû Xeşeb. 

Li goristanê bi deqeyeke rêzgirinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê merasîmê dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û got, bi saya şehîdan û berxwedana wan, dijminê ku kesî nekarîbû li ber bisekine hatiye têkbirin.

Badînî da zanîn ku yekîtiya li Bakurê Sûriyeyê ya hemû gelan ji hemû cîhanê re hatiye ragihandin û got, QSD hêza yekeme ku dikare li hember çeteyan şer bike û hemû planên dijmin têk bibe.

Di dawiya axaftina xwe de Bengîn sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin.

Di merasîmê de yek ji fermandarên QSD'ê Selman Cezra axivî û diyar kir, ku pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ber bi dawiyê ve diçe, çete li navenda bajêr hatine dorpêçkirin û li ber tinebûnê ne.

Selman di dawiya axaftina xwe de soza xwe dubare kir, ku ew ê li ser şopa şehîdan Sûriyeyê rizgar bikin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi dirûşman spartin axê.