Li Şehbayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva da êrîşên li ser gundên Efrînê. Di şerê qewimî de 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva da êrîşên li ser gundên Efrînê. Di şerê qewimî de 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 05.00ʹde gund û bajarokên Şehbayê yên rizgarkirî Til Rifet, Şêx Îsa, Xirnata, Hilêsa, Hisiya Qol Siroj, Til Çîçan, Til Medîq, Til Eneb, El-Nêrbiye û Ên Deqna, bi çekên giran topebaran kirin.
Şervanên Artêşa Şorşgeran bersiva topbarana ku ji gundê Tiwîs û navçeya Mari pêk dihat, dan. Di encama bersivdayînê de hejmarek çete birîdar bûn û ziyanek mezin gihşt alavê çeteyan.
Dema dewleta Tirk a dagirker herêma Şehbayê topebaran dikir, çeteyên girêdayî wê yên li rojhillatê bajarê Ezazê bi cih bûna gundê Mirinez, Vêlat El-Qadî û El-Biliyono yên navçeya Şera jî bi çekên giran topebaran kirin.
Şervanên YPG û YPJ`ê bersiva topebaranê dan û di navbera şervanên YPG, YPJ`ê û çeteyan de şer derket. Di encama şer de 3 çete hat kuştin û 4 birîndar bûn.
Di heman demê de 12 balafirên keşfê yên Artêşa Tirk li sedr gundên Qestel Cindo û Qetmê yên navçeya Şera û herêmên Şehbayê geriyan.
Di heman demê de çeteyan gundên Basûfanê, girê gundê Îska yên navçeya Şêrawa, her wiha Girê şehîd Şîlan ê navçeya Cindirêsê bi hawan û doçka topbaran kirin.