Cenazeyê Ebdulezîz Mehmûd li Efrînê hat veşartin

Welatiyên Kantona Efrîn û herêma Şehbayê cenazeyê şervanê Lîwa Şemal Demokrat Ebdulezîz Mehmûd bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên  Kantona Efrînê û herêma Şehbayê cenazeyê şervanê Lîwa Şemal Demokrat Ebdulezîz Mehmûd ku di pêngava  rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera ve ketin rê.

Merasîm bi  deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir û şervanan merasîmeke leşkerî lidarxistin. Piştre Fermandarê Lîwa Şemal Demokrat Xesan Mustefa, Endamê Rêveberiya Komîna Şehîd Mezlûm Dêr Cemal, Mihemed Îbrahîm, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê ya navçeya Şêrawa Mihemed Xelîl axivîn.

 Di axaftinan de hat gotin ku şervanên azadiyê ji bo azadiya gelên bindest, berxwedaneke bêhempa didin meşandin. Her wiha hat diyarkirin ku gelên Bakurê Sûriyeyê bi berxwedan û hevgirtina xwe, planên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê têk birin.

Piştre nasnameya şervanê Lîwa Şemal Demokrat Ebdulezîz Mehmûd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenaze bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hat veşartin.