Cenazeyê Ehmed û Xebat hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbic û Tirbespiyê cenazeyê têkoşerên azadiyê Ehmed Hemûd û Xebat Hedad ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîman veşartin.
Welatiyên bajarê Minbic û Tirbespiyê cenazeyê têkoşerên azadiyê Ehmed Hemûd û Xebat Hedad ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîman veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbic û Tirbespiyê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî a Minbicê Ehmed Hemûd û şervanê YPG'ê Merwan Erak Hisên ( Xebad Hedad) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîman veşartin.
MINBIC
Welatiyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Hemûd ji nexweşxaneya Firatê girtin û ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevseroka Komîteya Parastinê Nofa Silêman, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber, Endamên Meclîsa Ciwanan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî tevlî merasîmê bûn.
Ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxisitn. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kevaa Elî axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got; "Cangoriyên azadiyê di oxira avakirina jiyana azad û bi rûmet de canê xwe feda dikin."
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandina têkoşîn û berxwedanê da.
Her wiha Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî jî diyar kir ku şehîdan rêya azadiyê ronî kirin û soza şopandina rêya wan da.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hat veşartin.
TIRBESPIYÊ
Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê jî cenazeyê şervanê YPG'ê Merwan Erak Hisên (Xebat Hedad) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî, Fermandarê YPG′ê Mihemed Zêdan û birayê şehîd Mehmûd Hisên axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê hatin şermezarkirin û hat gotin ku Tirkiyê bi vê yekê hewl dide desteê bide çeteyên DAIŞ′ê yên ku li Reqayê derbeyên giran ji destê şervanên QSD′ê dixwin.
Her wiha di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan , bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê hat dayîn.
Di dawiyê de nasnameyê têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşme û tilîliyan hat veşartin.