ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî û Qamişloyê cenazeyên 5 şervanên YPG/YPJ’ê û QSD`ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tema û Goristana Şehîd Delîla Saroxan veşartin. -
Cenazeyê Atkîn ê YPG’yî li Efrînê hat spartina axê
Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG`ê Arcan Atkîn (Cayan Batman)ê ku 16’ê Tebaxê di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Efrînê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Seydo ya Kantona Efrînê, spartin axê. -
Li Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û rûspiyên herêmê, cenazeyên 3 şervanên QSD`ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Reqayê Îbrahîm hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Hacî ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibû, bi merasîmekê li rojavayî bajarê Kobanê hate veşartin. -
Leşkerên Tirk li Efrînê zarokek birîndar kir
Leşkerên Tirk li ser sînorê Herêma Reco ya Kantona Efrînê zarokek birîndar kir. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sûka Cerablûsê şewitandin
Sûka Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate şewitandin. Her wiha çeteyan bi darê zorê gelek kes koçber kirin û li malên wan bi cih dibin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê bi navê Çayan Batman eşkere kir, ê ku li Herêma Efrînê ji ber topên artêşa Tirk birîndar bûbû û piştre li nexweşxaneyê şehîd bûbû. -
Li Reqayê 53 çete hatin kuştin
Di şerê li 5 taxên Reqayê de 53 çete hatin kuştin, şervanên QSD’ê hin cihên stratejîk ji çeteyan paqij kirin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê derbeke giran xwarin
YPG û YPJ û Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de û gelek çete hatin kuştin. -
Xelîl: Heke DAIŞ li Reqayê têk biçe êdî nikare bimîne
Fermandarê QSD’ê Xelîl bal kişande ser girîngiya pêngava Reqayê û got: ‘’Kî Reqayê azad bike di siyaseta pêş de wê bibe xwedî gotineke mezin. -
Koalîsyona Navneteweyî bi Meclîsa Sivîl a Tebqayê re rûnişt
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, li Taxa El Meqasimê li gel Meclîsa Sivîl a Tebqayê rûnişt û soza alîkarîkirinê ya di warê zimetê de ji bo Meclîsa Sivîl dubare kir. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombe dike
Li Kantona Şebhayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundan topbaran dike, Artêşa Şoreşgeran bersivan êrîşan da. -
Artêşa Tirk gundê Qestel Cindo topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê, careke din topbaran dike. -
Fermandarê QSD’ê: 14’ê Tebaxê me derbeke giran li DAIŞ’ê xist
Fermandarê Eniya Rojhilat ê QSD’ê Reqa diyar kir wan êrîşa 14’ê Tebaxê ya çeteyên DAIŞ’ê pûç kirine û ji 300’î zêdetir çete kuştine. -
Reqa: 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin
Li Reqayê, di şer eniyên rojava, rojhilat, bakur de 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin. -
Artêşa Tirk bi obusan êrîşî navenda bajarê Efrînê kir
Artêşa Tirk a dagirker, bi topên obusê êrîşî navenda bajarê Efrînê kir. -
Li Efrînê cenazeyên du şervanên azdiyê hatin veşertin
Şêniyên Herêma Efrînê cenazeyên şervanekî YPG’ê û şervanekî Artêşa Şoreşgeran, li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna ya navçeya Şera veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Amûde hat veşartin
Welatiyê Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîs Hisên (Koçer Amûde)bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin. -
McGûrk serdana Meclîsa Sivîl a Reqayê kir
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ya Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ`ê Brett McGûrk û Alîkarê Fermandarê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Robert Jones li gel nûnerên dewletên cuda ên koalîsyinê çûn serdana Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin. -
Şervanên QSD’ê sivîl birin qadên ewle
Sivîlên ku ev nêzî mehekê ye li taxa Deriyê yê li rojavayê Reqayê asê mabûn ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin. -
Di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê de 17 çete hatin kuştin
Hêzên Şoreşger û şervanên YPG-YPJ’ê bersiv dane artêşa Tirk û çeteyên wê. Di şer de 17 çete hatin kuştin û 7 çete birîndar bûn. -
YPG nasnameya 3 şervanên şehîd ragihand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirinê ya Reqa û Efrînê de, di navbera 14-15’ê T ebaxa 2017’an şehîd bûne, ragihand. -
Li Reqayê roja 73’emîn: Bi dehan çete hatin kuştin
Li 6 taxên Reqayê ji duh nîvro ve şer didome, di vî şerî de 78 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 30 cenaze ketin destê şervanan. -
Li Reqayê 300 sivîl hatin rizgarkirin
Tîmên Taybet ên QSD’ê di seatên sibehê de 10 zarokên birîndar jî di nav de nêzî 300 sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê ew di bajar de girtibûn rizgar kirin. -
YPG’ê bîlançoya êrîşên 7 rojan yên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir
YPG’ê bi bîlançoya 7 rojan, êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin eşkere kir.