ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
NÛ BÛ-Pêngava Reqa: 2 taxên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê piştî şerê îro qewimî û şûnde 2 taxên din ên Reqayê rizgarkirin. -
Şehîdên Reqayê li Dêrikê hatin veşartin
Şêniyên Herêma Dêrik û navçeya Girkê Legê, cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Etiye li Til Hemîs hat veşartin
Bi sedan welatiyê navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo, cenazeyê yekemîn şervanê YPG`ê Raxib El-Etiye yê ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana şehîdan a Til Hemîs ku li ser navî wî hate avakirin, veşartin. -
Li Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG’ê hatin veşartin
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê yê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê cenazeyên 3 Şervanên YPGʹê yên di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Hesekê veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê yê Emerîkî David Taylor hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê yê Emerîkî David Taylor yê bi nasnavê Zafer Qereçox, li Emerîkayê bi merasîmek fermî hate veşartin. -
Di navbera YPG-YPJ’ê û çeteyên Tirk de şer derket
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên bi ser herêma Efrîn û Şehbayê de didomin. YPG-YPJ û Hêzên Şoreşger bersiv didine êrîşan. -
Li Reqayê şerê du rojan – ÇAVDÊRÎ
Ev du heftî ne di operasyonên bi rojê de berxwedanên dastanî têne nîşandan. -
Li Reqayê 23 çete hatin kuştin
Li gelek deverên Reqayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Çeteyên DAIŞ’ê de şer dewam dike. Di şerê şevê dî de 23 çete hatin kuştin. 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn. -
Cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd û Çekdar hatin veşartin
Bi sedan welatiyê Herêma Dirbêsiyê û Serêkaniyê yên Kantona Hesekê, cenazeyên şervanên YPG'ê Egîd û Çekdem ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî verşatin. -
YPG'ê nasnameya 5 cangoriyên azadiyê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 5 şervanên 9-10'ê Tebaxê li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn eşkere kir. -
Operasyona rizgarkirina Reqayê: 17 çete hatin kuştin
Li Reqayê di şerê duh bi şev de wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin û 17 çete hatin kuştin, ku 2 jê sekvan bûn. -
'Şehba bi federasyona demokratîk re ye'
Îsmaîl Mûsa got, tevî hemû êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, gelê Şehbayê sal û nîvek e jiyana xwe didomîne û federasyona demokratîk dipejirîne. Mûsa destnîşan kir, ku hêza wan têrê dike ku hemû astengiyan ji holê rakin. -
Şerê li Reqayê: 32 çete hatin kuştin
Di encama şerê li 4 taxên Reqayê ji vê sibehê ve qewimî de, 32 çete hatin kuştin. Şer hê jî li 2 taxan dom dike. -
Gelên Şehbayê li dijî dewleta Tirk meşiyan
Bi hezaran welatiyên herêma Şehbayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser kantonan, şermezar kirin. -
YPG: Artêşa Tirk xwest Kobanê dagir bike, lê hêzên me nehişt
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyek weşand û li ser êrîşên hefteyekê yên artêşa Tirk ên li dijî Rojava, agahî da. -
Gelê Qamişloyê cenazeyên 6 şehîdên xwe spart axê
Gelê Qamişloyê, cenazeyên 6 cangoriyên xwe ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn û du ji wan birayê hev in, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê. -
Li Reqayê DAIŞ’ê derbeke giran xwar
Li Reqayê DAIŞ kete çiqûberê. Di roja 67'an a operasyonê de 32 çete hatin kuştin, wesayiteke bombebarkirî hate rûxandin. -
Bakurê Sûriyeyê êdî ji 3 herêmên federal pêk tê
Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li gorî Qanûna Herêmên Rêveberiyê ya nû hate derxistin, ji nû ve hate birêxistinkirin. Ev sîstem ji 3 herêmên federal pêk tê. Di nava herêmên federal de jî 6 kanton hene. -
Cenazeyê endamê Asayîşê yê li Reqayê şehîd bû hate veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mûsa El-Ehmed, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de roja 7'ê Tebaxê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin. -
Artêşa Tirk Şehba û Efrînê bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker Kantona Şehba û Efrînê yên girêdayî Herêma Fedaral a Efrînê dan ber topan. -
Cenazeyê 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê 5 şervanên YPG′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Cenazeyê 3 şervanan li Minbicê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Ebdulheman Ehmed, Salih Mihemed Hacî û Îbrahîm El-Mensûr ên li Reqayê şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li Efrînê cenazeyê şehîd Şahîn Rojhilat hat veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê ya girêdayî herêma Federal a Efrînê cenazeyê Şêxmûs (Şahîn Rojhilat) ê di berxwedana li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a li ser Efrînê de şehdî bibû, li Goristana Şehîd Refîq veşartin. -
Fermandariya QSD: Gihiştina herdu baskan serkeftinekî mezin e
Fermandariya Giştî ya QSD′ê di derbarê gihandina herdu baskên rojava û rojhilat de, daxuyaniyek da û got: “Rizgarkirina herdu taxên başûr ji bo çeteyên DAIŞ′ê derbeyeke pir mezin bû. Ji bo me jî serkeftineke pir mezine” -
Di pêngava Reqayê de her du enî gihiştin hev
Şervanên QSD’ê yên ku ber bi Reqayê ve pêşve diçûn, ji eniyên Rojhilat û Rojava ve gihiştin hev.