Meryem li Kobanê ye, dilê wê li Efrînê ye

Meryem ji Efrînê ye û 12 sal in tevî hevserê xwe li gundê Donxiz ê Kobanê dijî. Çavên wê timî li televîzyon û telefonê ye. Dilê wê jî li Efrînê ye. Ji rewşa xizmên xwe bi fikar e, lê ji berxwedanê jî piştrast e.

Meryem Îsa ev 12 sal in bi hevserê xwe yê ji Kobanê li gundê Donxiz ê li bşaûrê Kobanê dijî. Ew ji gundê Xilolka yê li bakurê Efrînê ye. Hiş û bala wê li ser gundê wan e ku topên dewleta Tirk a dagirker lê dibarin. Çavên Meryem Îsa li televîzyonê û telefonê ye. Bi hêviya ku dîmenekî xizmên xwe bibîne û dilê wê rehet bibe.

Kobanê û Efrîn du herêmên Rojavayê Kurdistanê ne ku nêzî hev in. Berê her du jî bi Helebê ve girêdayî bûn. Têkiliyên civakî yên navbera van her du herêman jî di nava hev de ne. Şêniyên Kobanê û Efrînê yên li Helebê li heman taxan dijîn.

Meryem dibêje şev û rojên wê bûne yek û bala wê timî li Efrînê ye. Dibêje dema ku bi xwişk û birayên xwe re diaxive dilê wê rehet dibe, gelekî moral digire, ji ber ku jê re qala serketina Efrînê dikin. Meryem destnîşan dike ku ew bi xwe jî bawer e ku li Efrînê wê serketineke mezin bi dest bikeve û dibêje, "Baş pê zanim ku ev dijmin hov e. Bi gazên bi jehr êrîşî sivîlan dike. Lê tevî vê yekê jî wê gelê me bi ser bikeve."