Gelê Heleb û Efrînê berê xwe da Şera
Şêniyên Efrîn û Helebê li Meydankê li hev civiyan û ber bi navçeya Şera ve bi rê ketin.
Şêniyên Efrîn û Helebê li Meydankê li hev civiyan û ber bi navçeya Şera ve bi rê ketin.
Gelek welatiyên sivîl ên duh ji Helebê hatin, danê vê sibehê li navçeya Meydankê li hev civiyan. Helebiyan piştgirî dan berxwedana Efrînê û li vê derê tevî gelek kesên ew pêşwazî kir berê xwe dan navçeya Şera.
Tê payin ku gel li Şeranê serdana eniyên berxwedanê bike.
Li Şerayê, êrîşên dagirkeriyê, şer û bomberdûman van du rojên dawî giran bûne.