QSD: 40 leşker û çete hatin kuştin, tankek jî hate teqandin

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û çalakiyên din ava 24 saetên dawî de qewimîn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand şervanên QSD’ê di şerê li Raco û Şerayê de herî kêm 40 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin, tankek jî li gundê Dêrsiwanê hatiye teqandin û du panzêrên BMB hatine derbkirin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:

NAVENDA EFRÎNÊ

Duh dema welatiyên Helebê gihîştin Efrînê di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî herêmê zêde kirin û 8 top avêtin taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê û topbaran heta saet 21:00’an berdewam kir. Dagirkeran gundê Keferşîlê û derdorê heta derengiya şevê bi çekên giran armanc girtin.

ŞIYE

Li derdora gundên Hêkiçê û Merwaniyê di navbera şeranên me û dagirkeran de şer rû dan û di heman demê de dagirkeran bi balefir û tankan devera şer topbaran kirin. şer duh saet 15:00’an destpê kir û heta derengiya şevê dom kir.

Saet di 19:30’an de qada şer berfirehtir bû û derbasî gundên Senarê û Anqelê bû û balefiran jî bombebarana xwe li dijî van gundan dijwartir kir. şer heta derengiya şevê dom kirin.

Îro saet di 05:00’an de leşkerên artêşê û komên çete êrîşên xwe li dijî gundê Hêkiçê dubare kirin û bi tankan gund û derdora wê topbaran kirin. Li vir şer heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn

ŞERA

Hemû gundê navçeyê rastî hovîtiya artêşa dagirker hatin û piraniya topbaranê li dijî gundê Elkê û Mezara Şehîd Refîq a gundê Metîna bû. Topbaran duh heta saet 23:00’an dom kir.

Îro di saetên berbangê de saet 05:00’an dagirkeran gundên Îkdam, Şimşik, Erebwêran û Dêrsiwanê topbaran kirin û di heman demê de tevgera balefiran li ser van gundan berdewam bû. Li vir şer heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn.

Di şerê li aliyê gundê Dêrsiwanê de şervanên me tankek û du BMB bêbandor kirin. Şervanan her wiha diyar kirin ku herî kêm 20 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin.

RACO

Li derdora gundê Hopka duh saet di 15:00’an de di navbera şervanên me û dagirkeran de şer rû dan û şer heta derengiya şevê berdewam kirin. Li gorî şervanên me piştrast kirine li vir jî nêzî 20 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin.

Artêşa dagirker îro jî saet di 10:00’an de bi çekên giran gundên navçeyê topbaran kirin û heta dema amadekirina vê raporê topbaran berdewam bû.

MABETA

Li derdora gundê Hebo di navbera şervanên me û dagirkeran de şer rûdan û heta dema amadekirina vê raporê şer berdewam bûn.

BILBILÊ

Îro saet di 10:00’an de atêşa dagirker bi çekên giran gundên navçeyê topbaran kirin. Topbarana dagirkeran herî zêde li gundê Uga, Qestel Çolaqa, Qestel Xidriya, Şerqiya û Baxçe bû. Li heman deverê di navbera şervanên me û dagirkeran de şerê giran rû dan. şer heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn.