QSD: 12 leşker û çete hatin kuştin, 2 wesayît hatin îmhakirin
QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li eniya Raco 12 leşker û çete hatine kuştin û 2 wesayîtên leşkerî jî hatine îmhakirin.
QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li eniya Raco 12 leşker û çete hatine kuştin û 2 wesayîtên leşkerî jî hatine îmhakirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
BAJARÊ EFRÎN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê El Nûsra, DAIŞ û El-Kaîde heya direngiya şevê bi awayekî hovane bajarê Efrînê topbaran kirin. Di encama topbaranê de gelek sivîl birîndar bûn û zirareke mezin gihişte mal û milkên welatiyan.
Ji şevê din ve balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê bajarê Efrînê û gundewarên wê digerin.
ENIYA ŞÊRAWA
Ji bo parastina sînorê Efrînê li beramberî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh Qiwat Şebiye yên girêdayî artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bûn. Dema hêz derbasî Efrînê dibûn artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran li bajarokê Del Cemal û gundê Ziyara yên Êzidî êrîş kir.
Diyar bu di encama êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn. Li aliyê din hate ragihandin ku 2 şervanên Yekîneyên Gelêrî yên artêşa Sûriyeyê şehîd bûn û 5 şervan jî birîndar bûne.
ENIYA MABETA
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh piştî nîvro bi çekên giran navçeya Mabeta topbaran kirin. Di encamê de zirar gihişte malên sivîlan.
ENIYA CINDIRÊSÊ
Artêşa Tirk a dagirker duh piştî nîvro hem bi balefirên şer û bi topan êrîşî navçeya Cindirê kir. Di encama êrîşan de dibistana amadeyî ya li herêmê hate rûxandin.
Îro saet di 07.00′ê sibehê de jî balafirên Tirk herêm bombebaran kirin. Her wiha Artêşa dagirker top avêtin navenda Cindirêsê gundê Tilsilorê.
Li derdora gundê Tilsilorê şer jî şerekî dijwar rû dide û şervanên QSD’ê berxwedaneke bêhempa didin nîşandan.
ENIYA ŞÊRA
Ji saetên sibê ve navçeya Şera bi balefir û topbaranê tê bombebaran kirin. Li derdora gundê Erbewêranê jî şerekî giran heye.
Ji duh ve li eniya gundê Sarîncekê şer didome. Di vî şerî de şervanên me du erebeyên leşkerî yên dagirkeran bi temamî rûxandin û leşker û çeteyên tê de hatin kuştin.
ENIYA BILBILÊ
Li gundên Uga, Qestelê Xidiriya û Baxça şerekî giran di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa dagirker rû dide. Li aliyekî din Artêşa dagirker bi top û balafiran êrîşî navçeyê dike.
ENIYA RACO
Hêzên me li dijî Artêşa dagirker û çeteyên wê yên li derdora girê Bilêlka bi cih dibin, çalakî pêk anîn. Di encamê de 12 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.
ENIYA ŞIYÊ
Duh balafirên Tirk gundewarên navçeyê bombebaran kirin. Di encamê de şervanên me bandor bûn û guman heye ku di êrîşan de çekên ku cureya wan nehat nasîn, hatine bikaranîn.″