Cenazeyê şehîd Fethî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin

Bi merasîmeke heybet gelê Qamişlo cenazeyê şehîd Fethî Hiso yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.

Gel cenazeyê şehîd Fethî yê ku bi navê TEV-DEM`ê tevlî operasyonê bibû wergirtin û berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Gel wêneyê şehîd rakiribûn û bê navber durişmeyên şehîd namire qir dikirin.

Li goristanê merasîm bi bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve hate destpêkirin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Isman Kêfo û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo axavîn.

Di axiftinan de sersaxî ji malbata şehîd Fethî re xwest û tekez kirin ku tiu carî rêya wan a biratiya gelan bernadin û bi saya xwîna şehîdan îro Bakurê Sûriyê xwe bi rêve dibe.

Piştre birayê Şehîd Fethî axivî û got: ʺJi ber ku Şehîd Fethî parastin erkekî exlaqî û mirovî yê hemû pêkhateyên herêmê didît, beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bû, da ku bi şervanan re parastina ax, şeref û namûsa xwe li hemberî çeteyên DAIŞꞌê bike. Em soz didin hemû pakrewanan em ê berxwedana wan bidomînin û armancên wan xwe di oxira wan de canê xwe dayî pêkbînîn.ʺ

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, hevrêyên şehîd cenazeyê wî bi dûrişmeyan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Hêjayê gotinêye ku Şehîd Fethî Hiso ji Başûrê Kurditanê hat, da ku şerê çeteyê DAIŞꞌê bike û bi vê yekê beşdarî pêngava Bagera Cizîrê bû û şehîd bû.