Girseya ji Helebê hatî, li Meydanê li dijî êrîşan meşiyan

Bi sedan kesên ji Helebê ji bo piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê, navçeya Meydankê ziyaret kirin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Sibê welatiyên Helebê û Efrînê berê xwe dan navenda navçeya Meydankê ku li gundên wê yên li ser sînor şerên giran rû didin. Piştî ku gel gihîşt Meydankê, welatiyên navçeyê bi coş ew pêşwaz kirin û paşê bi hev re meşek lidar xistin. Meş ji daketina navçeya hate destpêkirin.

Di meşê de gel al û sembolên Rojava û Bakurê Sûriyê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakiribûn.

Meşvanan bê navber dûrişmeyênʺSilavkirina berxwedana Efrînê”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyê”, “Efrîn ne bi tenê ye” û “Erdogan terorîst eʺ beriz dikirin.

Meş li qada navenda navçeyê veguhrî mîtîngê. Li vir Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê Daliya Henan axivî û berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê silav kir û bixêrhatin gelê Helebê kir

Bi navê gelê Ereb ê taxên rojhilatê Helebê Emîne Receb axivî û û got: ʺEm hatin vir ji bo ku em li gel gelê xwe yê Efrînê bin. Em destûr nadin ku artêşa Tirk Efrînê dagir bike.ʺ

Piştî mîtîngê, gel berê xwe dan navçeya Şera û ji wir jî berê xwe dan navenda Efrînê.