Çiya Kurd: Berxwedana me hevsengên siyasî û dîplomatîk guherand

Rayedarê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd ji bo hatina hêzên rejîma Sûriyeyê got, “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk, şirîkatiyeke leşkerî ya bi Şamê re ye.”

Endamê Konseya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Bedran Çiya Kurd li ser hatina rejîma Sûriyeyê ya Efrînê ji ANF’ê re axivî.

Em dixwazin bi berxwedanê dest pê bikin. Li Efrînê 33 roj in berxwedaneke dîrokî heye. Hûn vê berxwedanê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk dema ku 33 roj berê Efrîn dagir kir, wan digotin qey ew ê di 3 roj an jî di 3 saetan de Efrînê bi dest bixin. Lê dema ku şer daket meydanê, rastî îradeya şervan û gelê me hatin. Li vê derê berxwedaneke bêhempa tê kirin û 33 roj in bênavber didome.

Berxwedanê gelek tişt guherand. Dijmin têk çû. Di hefteya pêşîn a berxwedanê de çeteyên ku dewleta Tirk ew kom kiribûn, biryar stendin ku şer nekin. Ji ber ku têk çûn. Dema ku artêşa Tirk daket meydanê, gelek windahî dan. Civaka Tirkiyeyê êdî dest bi lêpirsîna vî tiştî kiriye.

Dema ku di warê leşkerî de negihiştin meqseda xwe, dest bi êrîşên hovane kirin. Her cure çekan bi kar tînin. Sîvîlan dikin hedef û çekên kîmyewî bi kar tînin.  Navendê tendirustiyê, dibistan û depoyên avê bomberdûman kirin. Gelê me li hemberî vî tiştî li  ber xwe da.

Em dizanin ku berxwedan digihêje encamê. Duh hêzên parastiya gel ên artêşa Sûriyeyê derbasî Efrînê bûn. Ev hêz li ser kîjan esasî hatin Efrînê?

Em vî tiştî ji raya giştî re eşkere dikin. Di encama hevdîtinên di navbera YPG û artêşa Sûriyeyê, ev hêz hatin Efrînê. Jixwe Rêveberiya Xweser a Efrînê berê bang li artêşa Sûriyeyê kiribû ku, bila sînorên xwe biparêze. Esas û kitekitên vê peymanê hêzên leşkerî dikarin eşkere bikin. Hejmar, mîsyon, bicihbûn û peywira van hêzan li gorî hevdîtinên bi YPG’ê re pêk hatiye. Ew ê kitekitên vê peymanê ji aliyê YPG’ê ve were eşkerekirin.

Li gorî me hatina hêzên rejîma Sûriyeyê gaveke meşrû û erênî ye. Ji ber ku Efrîn parçeyekî Sûriyeyê ye. Sînorên Efrînê, sînorên Sûriyeyê ye jî û divê bi awayekî hevpar were parastin. Vê peywira li dijî dagirkeriyê bi qasî ku peywira me ya, ya artêşa Sûriyeyê ye jî.

Projeya we li ser esasê yekîtiya Sûriyeyê ye…

Erê. Projeya me ya xweseriya demokratîk û Federasyona Bakurê Sûriyeyê li ser parastina yekîtiya Sûriyeyê ye. Ne projeyeke wisa ye ku, Sûriyeyê dabeş bike û parçeyekî ji wê derê veqetîne. Di demên pêş de em û Şam, em ê li ser gelek meseleyan biaxivin.

Hatina hêzên artêşa Sûriyeyê, peymaneke leşkerî ye û aliyekî vî tiştî yê siyasî û îdarî tune. Meseleyên îdarî û siyasî ew ê piştre bi rêya diyalogê werin axaftin. Îradeya siyasî ya li Efrînê hê wekî berê tê parastin û ew ê were parastin jî. Ev tişt, deskeftiyên gelan e. Tişta pêşîn ev e ku, divê em têkoşîneke hevpar li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêk bînin.

Li ser hin weşanan hin îddîayên li ser xalên peymanê hene.

Tiştekî wisa tune ye ku ew ê YPG dev ji çekê berde û Efrîn dewrî rejîmê bibe. Nîqaş û rojevên bi vî rengî tune. Li vê derê sekinandina dagirkerî û êrîşan heye. Ya pêşîn ev e ku, divê dagirkerî û êrîş werin sekinandin.

Hûn dibêjin li hemberî dagirkeriyê hevkariyek çêbû.

Piştî berxwedana 33 rojan, rejîma Sûriyeyê dît ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî axa Sûriyeyê dibin tehdît. Her kesî dît ku ev dagirkerî ye û ew ê dewleta Tirk ji cihên ku ketibûyê careke din dernekeve. Hebûna artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî berjewendiyên Şamê ye. Li vê derê planeke qirêj heye. Erdogan dibêje ez ê 3 milyon penaberan li Efrînê bi cih bikim. Erdogan dixwaze demografiya vê herêmê biguherîne. Bicihbûna çeteyan tê wateya ku Erdogan dixwaze Bab, Cerablûs, Ezaz û Îdlîbê bike yek û dora Nûbul-Zehra û Helebê bigire. Şam êdî dixwaze vê planê asteng bike.

Li Sûriyeyê sê hêzên bi bandor hene. Rûsya, DYA û Îran. Li gorî we ev hêz hatina rejîma Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Gele hêz ji vê hatinê ne kêfxweş in. Armanca Rûsyayê ev e ku Tirkiyeyê li ba xwe bigire û wê jî NATO’yê derxîne.  Hin peymanên wan ên bazirganiyê jî heye. Hin tavîzên Tirkiyeyê hene. Lê em dizanin ku wê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê nakokî çêbibin.

DYA jî çavê xwe ji vê dagirkeriyê re girtiye. Di navbera DYA û Sûriyeyê de peymanek heye. Kî li ku xurt be, gotina wî derbas dibe. Ev jî wekî rojhilat û rojavayê Firatê diyar kirine. DYA çavê xwe ji xebatên Rûsyayê yên li rojavayê Firatê girtiye, Rûsyayê jî çavê xwe ji xebatên DYA’yê yên li Rojhilatê Firatê girtiye.

Me bi DYA û koalîsyonê re, li ser Efrînê nêzî 10 civîn li dar xist. Lê encamek bi dest neket. Vê heza ku li hemberî DAÎŞ’ê bi we re xebitîne, bi awayekî samîmî ew nêzî me nabin. Nabe ku aliyek bijî û aliyê din bimire. Divê DYA û Rûsya vê siyaseta xwe ji ber çavan derbas bikin.

Bi qasî ku em dişopînin Îran ji serî ve li dijî operasyona Tirkiyeyê bû. Di navbera Îran û Rûsyayê de jî nakokî hene.

We got ku berxwedana Efrînê hin hevseng guheran. Li gorî we êdî ew ê geşedanên çawa çêbibin?

Piştî berxwedana 33 rojan, êdî em konsepta li ser xwe dişkînin. Ew ê encamên leşkerî yên vî tiştî hebin. Ew ê li herêmê hin guherîn pêk were. Berxwedanê bi xwe re pêşveçûnên di warê dîplomatîk û siyasî ava kir.

Divê gelê me piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re bidomîne. Ev piştgirî gelekî girîng be. Înîsiyatîf jî a niha di destê berxwedêr û şervanan de ye.