Li Tebqa û Hesekê cenazeyê şehîdên azadiyê spartin axê

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û Hesekê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Usama Ebdulqewî El Mehmûd û şervanê YPG’ê Mihemed Bubî spartin axê.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Tebqa û Hesekê bi merasîmeke heybet cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Usama Ebdulqewî El Mehmûd (Ebû Mihemed) ê di 17’ê Sibatê de û şervanê YPG’ê Mihemed Bubî (Arif Berxwedan) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, spartin axê.

TEBQA

Bi sedan welatiyê bajarê Tebqa, El-Cirniye û Mensûriye cenezeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Usama Ebdilqewî El-Mehmûd (Ebû Mihemed) ê di 17 Sibatê de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Tebqayê cenazeyê Ebû Mihemed ji nexweşxaneya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber goristanê ve derketin rê. Hevserokê Meclîsa Zagonsas a Tebqayê, Hevserokê meclîsa Rêveber, fermandariya Hêzên Ewlekariya Hindir a Tebqayê, Rêveberiya Ewlekariya Giştî, endamên saziyên rêveberiya sivîl a demokratîk a Tebqayê û fermandarên QSD’ê beşdarî merasîm ê bûn.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve merasîm destpê kir. Piştre jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser yekîtiya Kurdan û hemû pêkhateyên herêmê. Hate gotin ku wê li dijî her cûre êrîşan berxwe bidin. Dîsa axaftvanan anîn ziman ku wê heta dawî li pey şopa şehîdên xwe bin.

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û şûnde cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namire’ spartin axê.

HESEKÊ

Bi dehan welatiyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê cenazeya şervanê YPG`ê Mihemed Bûbî (Arif Berxwedan) ê ji navçeya Til Temirê ku di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehdî Rustem Cûdî ya gundê Ber Kevirê spartin axê.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG’ê ve destpê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ibêd El Efaf, li ser navê YPG’ê Qehreman Zagros, Hevserokê Kantona Hesekê Semer Abdela û li ser navê malabatê jî bavê şehîd axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hat gotin ku ji bo parastina vê xakê û aramiya herêmê ji hemû pêkhateyan şer dikin û şehîd dikevin. Hate gotin ku bi şehîdên xwe heta dawî serbilind û wê rêça wan bişopîne.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyan spartin axê.