Heyeta Oldaran a piştî gihişte Efrînê piştgiriya xwe ji bo berxwedanê diyar kirin û şûnde bi Yekîtiya Kar û Barên Olî ya Efrînê re çûn serdana Goristana Şehîd Avesta Xabûr.
Li goristanê axaftin hatin kirin. Destpêkê Hevserokê Kombûna Olan a Herêma Cizîrê Şêx Mihemed El-Qadirî axivî û got ku gelê Efrînê bi hemû hêza xwe parstina azadiya xwe dikin û rê nadin dewleta Tirk ku herêmên wan dagir bikin û ev tişt anî ziman: “Em ê heta dawî piştgiriya berxwedana Efrînê bikin.”
Li ser navê Ola Xiristiyan jî Hena Somer axivî û wiha got: “Xwîna şehîdan a pîroz li ser xaka pîroz rijiyaye. Em îro hatine Efrînê ji bo ku em piştgiriya bajarê Zeytûnan bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li pişt berxwedana Efrînê bin.”
LI ser navê Navenda Oldarên Misilman a Herêma Cizîrê Nasiredîn Betrêl axivî û dua ji berxwedana Serdmeê re kir. Nûnerê pêkateyên Êzîdî Şêx Mihemed Kalo jî bi zimanê Kurdî qewl û duayên Êzdî xwendin.
Paşê Serokê Yekîtiya Kar û Barên Olan a Efrînê Hecî Fêsel hebeş jî axivî û bal kişan ku gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe ve parstina xaka xwe dikin û wiha dom kir: “Şervanên me bi fedekarî canê xwe feda kirine û herêmên xwe diparêzin. Îro em li ser gora Şehîd Avesta Xabûr in, wê ji bo azadiya herêmê canê xwe feda kir.”
Piştî axaftinan û şûnde heyetê berê xwe da Nexweşxaneya Avrîn û rewş sivîlên ku di encama topbaran û bombebarana artêaş Tirk de birîndar bûne pirs kirin û ji birîndaran re şifa xêrê xwestin.
Di dawiyê de endamên heyetê li nexweşxaneya Avrîn xwîn dan, tê payîn ku sibe heyet di derbarê serdana xwe de daxuyaniyekê bidin.