Fermandara YPJ’ê Lêlûn: Dagirkeriya li Efrînê wê têk biçe

Fermandara YPJ’ê Nûda Lêlûn diyar kir ku li Efrînê berxwedaneke mezin heye û ew ê artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê têk biçin.

Fermandara YPJ’ê Nûda Lêlûn diyar kir ku li Efrînê berxwedaneke mezin heye û ew ê artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê têk biçin.

Fermandara YPJ’ê Nûda Lêlûn bersiv da pirsên me yên li ser Berxwedana Serdemê ya ku li Efrînê tê kirin.

Lêlûn beriya pirsên me bi van gotinan hemû berxwedêrên Efrînê silav kir û got: “Di serî de em hemû hevalên xwe bi bîr tînin ên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne. Em hemû şervanên YPG/YPJ û eniya jinên Şehbayê, hemû hevalên şervan silav dikin ên ku li Efrînê bi ruhê fedaî li ber xwe didin. Gelê Efrînê, bi taybet dayîk û zarokên Efrînê
li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, El Nusra, El Qaide li hemberî teyareyên wan, li hemberî hemû teknîka wan ya modern ku li ber xwe didin. Bi taybetî jî gelê me yê Bakurê Suriyeyê/Rojavaye Kurdistanê, gelê me li hundir û li derveyî Suriyeyê, bi taybet jî jinên berxwedêr em hemûyan silav dikin.”

Sedî çend şervanên YPJ’ê di Berxwedana Efrînê de cih digirin? 

Di Berxwedana Serdemê de ji sedî 40 şervan û fermandarên me tê de cih digirin. Bi taybet jî li gor pêwistîyên Berxwedana Serdemê her roj bi awayekî cihê, tevlî berxwedanê dibin. Şervanên me li hemû qadên Efrînê û li qadên derveyî şer cihê xwe digirin û bi erka xwe radibin. Her hêzeke me li gorî pisportî û behremandiya xwe leşkerî di berxwedanê de cih digire.

Bêguman berî her tiştî rola şervanên YPJ’ê parastina ax û welat e. Lê belê em dizanin bi tenê vî tiştî ne bisînor e. Rola YPJ wekî din çawa bandora xwe di berxwedanê de dike?

 Bi taybet di berxwedanê de şervanên YPJ ji bo jin û zarokan û ji bo parastina gelê me, ji bo parastina wana çi pêwîst dike, wê dike. Ji ber ku dewleta dagirker û bi çeteyên wê, di serî de jin, zarok û gel û sîvîlan dike hedef. Her wiha dîsa ji bo ku dewleta dagirker û çete ji bo ku nekevin gund û bajarên me, hêzên me ji bo parastin û ewlekariya wan şer dikin û cî û warên sîvîlan diparêzin. Hêzên me sîvîlan ji teknîka dijmin jî diparêzin. Em gelek çalakiyên cihê li dar dixin. Herî zêde jî bi ruhê êrîşê em çalakiyan li dar dixin.

Di dîmenên çalakîyan de, di teqandina tankan de û di gelek çalakiyan de em dengê jinan dibihîsin. Gelo yekîneyên YPJ’ê taktîkên taybet dimeşinîn? Hûn vî tiştî çawa dinirxînin?

Bêguman li ser îrade, welat, gel û parastina mirovan êrîş dijwar bin, êrîşên hovane werin kirin, mirov li ser çalakiyên cihê jî difikire. Di Berxwedana Efrînê de hemû fermandar û şervanên me her cure çalakiyan li dar dixin. Bi vî awayî em dikarin Efrînê biparêzin. Di dîmenan de tê ditîn ku, ferqeke esasî di navbera jiyana artêşa dagirker/çeteyan û di jiyana me de heye. Tê dîtin ku arteşa Tirk û çeteyên wê talanê dikin, tecawuzê dikin, bi cenazeyen re dilîzin û diziyê dikin. Lê em berevajî jiyana wan, ji bo ku em nirxên mirovayetiyê biparêzin û berxwedanê bikin, em bi erka xwe radibin.

Ev demeke tê payîn ku di navbera rêveberîya Şamê û YPG’ê de lihevhatinek pêk hatiye; rêzdar Bedran Çiya ji Reûtersê re wisa got. Eger lihevhatinek e bi vî rengî pêk were, li gorî we, wê ev tişt bandoreke çawa li berxwedaniya Efrînê bike?

Berê jî di wan mijarên di hevalên me yên  YPJ û YPG hinek tişt nirxandibûn. Nêrîna me ev e ku, di nav sînorê Sûriyeyê de hemû gelên ku mafên xwe dixwazin heke warên wan werin dagirkirin, ew jî axa xwe biparêzin û nehêlin ku ev axa wan were dagirkirin û bi hev re cî û warên xwe biparêzin. Esas tişta ku em dixwazin bêjin jî ew e. Niha jî ji bo dema pêş, nêrîna me ew e li hemberî dagirkerî û çeteyên terorîst, heqê her kesî heye ku di eniyên şer de cih bigire û xwe biparêze.

Bangewaziya we ya ji bo jinên cîhanê çi ye?

Hêzên terorîst ên wekî DAÎŞ, El Nusra, El Kaîde ne bi tenê ji bo Efrînê, ji bo mirovahiyê gelekî bi xeter in. Çi kesên ku ji xwe re dibêjin wijdanê min heye, ji bo mirovahiyê hewldanên min heye divê piştgiriya Efrînê bike. Bi taybetî jî kes û aliyên heta niha bêdeng mane divê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Bi taybetî jî jinên ku azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin divê piştgiriya YPJ’ê bikin. Her kes bû şahid ku, YPJ di salên derbasbûyî de li hemberî DAÎŞ’ê jin parast. Ji ber vê jî hemû jinên ku dibêjin em azadiya jinê dixwazin, divê piştgiriya YPJ’ê bikin û di eniya şer de bibin yek.
Çawa ku Avesta Xabûr bi berxwedaniya xwe nîşan da ku tank û topên dagirkeriya Tirkiyeyê li hemberî îradeya jinê têk çû, bi hêza me ya li şer em ê jî bidin nîşandan ku wê dagirkerî û operasyona Efrînê têk biçe.