Ji ber bomberdûmanê li Efrînê 6 kes birîndar bûn

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser navenda Efrînê, 6 kesên ji malbatekê birîndar bûn. Balafrên şer ên Tirk jî bombe li gundê Tilsilor ê Cindirêsê barandin.

Artêşa Tirk a dagirker nîvê şevê top avêt navenda bajarê Efrînê û 6 kes birîndar bûn.

Topbaran nîvê şevê saet 1'ê piştî gera balafirên keşfê ya li ser navenda Efrînê hate kirin. Ji ber topbaranê welatiyên bi navê Rexed Ebud (8), Umer Ebud (1), Eyşe Mustefa (32), Fewaz Ebud (42), Ebdulrehman Ebud (12) û Cuma Ebud (13) ên ji malbatekê birîndar bûn.

Her wiha 7 wesayitên welatiyan jî şewitîn.

Wekî din, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Tilsilor ê navçeya Cindirêsê barandin.