ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Gelê Helebê diçe Efrînê
Ji bo piştgiriyê bidin berxwedana serdemê ya li Efrînê, girseya gel ji bajarê Helebê diçe Efrînê. -
3 lehengên li Qestel Cîndo
Tank, top û balafirên şer 9 rojan bombe li Qestel Cîndo barandin. Tenê sê şervanan li gel vê bomberdûmana giran gir diparastin. Ozgur, Îmad û Canfeda. Li hemberî wan artêşa NATO'yê hebû. -
Li Qamişlo teqînek çêbû
Li Qamişloyê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
QSD’ê bîlançoya roja 30’an eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 30’an a ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Li Racoyê 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Li gundê Bililka yê navçeya Racoyê di şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-El Kaîde, OSO’yê de, li gorî agahiyên berdest 7 çete hatin kuştin. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombeyan li Racoyê dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Efrînê digerin û navçeya Racoyê jî bombe dikin. -
14 şehîdên azadiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenaeyê 14 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê yên di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr veşartin. -
Cenazeyên 7 şehîdan li Şedadê hatin veşartin
Welatiyên navçeya Şedadê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 7 şervanên YPG'ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, li goristana şehîdan a Şedadê spartin axê. -
Meclîsa Tenduristiyê: Li Efrînê me daneyên kîmyewî dîtin
Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê diyar kir ku li gundê Erendeyê di wan çekan de ku dewleta Tirk li dijî sivîlan bi kar aniye, ew li daneyê kîmyewî yên madeya klorê rast hatine û bang li saziyên tenduristiyê yên navneteweyî kir ku werin lêkolînan bikin. -
Nasnameya 12 şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Nasnameya 12 şervanên QSD'ê yên di demên cuda de li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkerekirin. -
Detayên êrîş û şerê duh bi şev ê li Efrînê
Li Efrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û artêşa Tirk a dagirker de duh bi şev li gelek cihan şer qewimî. Bomberdûmana cih û warê sivîlan jî dewam kir. -
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje Şiyê
Di roja 30'î ya êrîşên dagirkeriyê de jî artêşa Tirk a dagirker êrîşî cih û warê sivîlan dike. -
Lêkolîna li ser gaza bi jehr a li Efrînê hate bikaranîn qediya
Lêkolîna li ser gaza bi jehr ku tê gotin, hêzên dagirker ên Tirk roja Înê li Efrînê bi kar anîn, qediya. Doktorên li Efrînê wê îro (Yekşem) li ser mijarê daxuyaniyekê bidin. -
Balafirên şer ên Tirk li ser Efrînê re difirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser navçe û navenda Efrînê re difirin. -
Şervanê YPG’ê yê Hollandayî şehîd ket
Şervanê YPG’ê Sjoerd H ê bi nasnav Baran Sason ê Hollandayî şehîd ket. -
Li Qamişlo cenazeyê 2 şervanên azadiyê spartin axê
Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên di Bagera Cizîrê de şehîd bûne, îro li Qamişlo bi merasîmekê spartin axê. -
YPG’ê li nêzî Kirikhanê li baregehek leşkerî ya artêşa Tirk da
Şervanên YPG’ê li nêzî navçeya Kirikhanê ya Hatayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistiye. -
QSD’ê bîlançoya roja 29’an a berxwedana Efrînê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên bîlançoya 24 saetên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dibe li gundê Erendê çekên kîmyewî hatibin bikaranîn. -
Cenazeyên Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Cenazeyê 6 şehîdên şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Hesekê bi tevlîbûna sedan welatiyan bi merasîmeke heybet li Giristana Şehîd Dijwar hatin veşartin. -
YPG/YPJ li Raco lê xist: 13 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ li Racoyê li hêzên dagirker xist û di çalakiyê de 13 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin. -
QSD’ê nasnameya 9 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya 9 şervanên xwe yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbûn, ragihand. -
Artêşa Tirk mizgeft bombebaran kir
Artêşa Tirk a dagirker careke din bombe li mizgeftê barand û 3 sivîl birîndar bûn. -
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundên Şerawayê
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundên Qilbire û Enabke yê navçeya Şerawa ya Efrînê. -
YPG-YPJ’ê derbên giran li dagirkeran dixe
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin, şervanên YPG-YPJ’ê şevê dî derbeke giran li hêzên dagirkeran da. -
Roja 29’an a Berxwedana Serdemê ya Efrînê: BLOGA ZINDÎ
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê kete roja 29’an. Êrîşên hewayî û bombekirin didomin. Artêşa Tirk ku nikar ji bejahiyê ve bi pêş ve biçin, derbên giran ji şervanên YPG-YPJ’ê dixwe. Em geşedanan ji BLOGA ZINDÎ vediguhezînin.