Barbariya dewleta Tirk a li Efrînê: Sivîlekî astengdar kuşt
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li gundê Sêwiya yê navçeya Mabatayê sivîlek şehîd bû.
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li gundê Sêwiya yê navçeya Mabatayê sivîlek şehîd bû.
Terora dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi rengekî bê sînor dewam dike.
Li gundê Sêwiya yê navçeya Mabatayê ji ber topbarana hêzên dagirker welatiyekî sivîl ê astengdar Eşref Heydar ê 33 salî bi giranî birîndar bû.
Heydar rakirin nexweşxaneya Avrînê, lê li gel hewldanên doktoran jî şehîd bû.
Tobarana li ser gelek gund û navçeyên Efrînê dewam dike.