Gelê Efrînê 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Bi hezaran welatiyên Efrînê bi merasîmekê bi heybet cenazeyê 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Bi armanca veşartina cenazeyê  14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê bi hezaran welatiyên Efrînê li ber nexweşxanêyê li hev civiyan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê qîriyan.

Welatiyan piştî ku darbestên şehîdan wergirtin, li ser milan kirin û di nava kolanên bajarê Efrînê de bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û rakirina alên YPG/YPJ’ê heya Goristana Şehîd Avesta Xabûr meşiyan.

Heyeta Yekîtya Zanyarên Olî û Dîdargeha Olan ên Bakurê Sûriyeyê û welatiyên ji bajarê Helebê hatin Efrînê beşdarî merasîma şehîdan bûn. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre Endamê Fermandariya YPG’ê Ebdû Çîlo, li ser navê Meclîsa Gel a bajarê Helebê Ebû Biro, li ser navê Yekîtiya Zanyarên Olî Şêx Behzad, li ser navê Malbatêa Şehîd Cûdî hêvîn Guldado û li ser navê Malbata Şehîd Ehmed Elî Xedîce Mihemed axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku Erdogan bi hemû rêbazên xwe yên qirêj hewl dide dagirkeriya Osmaniyan li herêmê vegerîne û gotin ku hevgirtina pêkhateyên herêmê hemû xewnên Erdogan têk bir.

Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ku nikare li hemberî berxwedêran pêş ve biçe ji ber vê yekê hovîtiya xwe li dijî welatiyên sivîl dijwartir kiriye û çekên kîmyawî bi kar tîne.

Piştî axaftinan zaniyarên Olî ayetên Qurana Pîroz li ser rûhê şehîdan xwendin û piştre girseya gel cenazeyên şehîdan li ser milên xwe kirin û bi dirûşmeyan li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Nasnameya 14 şehîdên hatin veşartin wiha ne:

“Mihemed Bekir, Henan Mihemed, Menan Birîmo (Xidir Doza), Mehmûd Şêxo (Dilxwaz), Îbo Cebir (Êrîş), Osman Guldado (Cûdî Birîtan), Elî Ebûd (Rêdûr), Selah Elî (Nisir), Xelîl Xelo (Hawar), Nûrî Reşo (Xebat Cûdî), Rozelîn Darî (Pêşeng Roj), Lîna Oso (Doza Çiya), Rustem Cûdî Elî û Eşref Heyder.”