Nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê ji bo sivîlan hate girtin

Artêşa Tirk a dagirker ji bo veşartina windayên xwe yên li dijî Berxwedana Serdemê nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê ji bo sivîlan girt.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-El Nûsra ku digotin wê 3 rojan de Efrînê dagirbikin di roja 32’an de dewam dike.

Artêşa dagirker bi tekonolojiya dawî û çekên giran êrîşî Efrînê dike. Li dijî êrîşan gelê Efrîn û hêzên QSD’ê berxwedanekî bêhempa dikin û artêşa dagirker berbên giran dixwe.

Diyar bû artêşa Tirk a dagirker ji bo veşartina windayên xwe yên li Efrînê ev 2 rojin nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê ji bo sivîlan girt.