Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Mabeta barand

Artêşa Tirk a dagirker bombe li du gundên navçeya Mabeta barand. Balafirên şer ên Tirk hê jî li ser herêmê digerin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 34'an de ye. Êrîşên li ser cih û warê sivîlan zêde dibin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Şeytana û Kurka yên navçeya Mabeta ya Efrînê barandin.

Balafirên şer hê jî li ser herêmê digerin. Der barê encama êrîşê de agahiyeke zelal bi dest neket.

Li Mabetayê Elewiyên ji Bakurê Kurdistanê dijîn ku ji zilma dewleta Tirk reviyan û xwe li vê herêmê girtin.