Ji YPG’ê têkildarî Helebê daxuyanî
Fermandarê YPG’ê yê Helebê Firat Xelîl, têkildarî bûyerên li herêmê daxuyaniyek da.
Fermandarê YPG’ê yê Helebê Firat Xelîl, têkildarî bûyerên li herêmê daxuyaniyek da.
Fermandarê YPG’ê yê Helebê Firat Xelîl, têkildarî hêzên rejîmê ya derbasbûna taxên rojhilatê Helebê daxuyaniyek da û got: “
“Em weke hêzên YPG/YPJ’ê, ji roja yekem a êrîşên li ser Efrînê ve heta niha li gorî berpirsyariyên xwe tev digerin. Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk me cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt. Li dijî van êrîşên hov ên ku cîhan tev bêdeng e, weke hêzên YPG/YPJ yên li Helebê derbasî Efrînê bûn, me di parastina xakê de cihê xwe girt. Ji ber vê sedemê hêzên rejîmê derbasî taxên rojhilatê Helebê bûne.”