Navçeyên Efrînê bi top û balafiran tê bomebarankirin

Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyê xwe ve, navçeyên Meydankê, Bilbilê, û Şera ên Efrînê bi top û balafiran bombebaran dike.

Artêşa Tirk a Dagirker bi top û balafiran gundên Şêxorze, Elka, Çexara, Besatin ên Bilbilê û navenda navçeya Meydankê, gundê Qerteqlaq ê navçeya Şera bombebaran dike.

Îro di seatên sibehê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya hemberî navçeya Cindirisê de 1 sivîl jiyana xwe ji dest da, 1 giran 3 sivîl birîndar bûne.

Di bîlançoya Navenda Ragihandin a QSD’ê ya 34 rojan de, dewleta Tirk û çeteyên wê 2 hezar û  785 êrîş  li ser herêmê pêkanîne.