Çeperên bi 300 metreyan dûrî DAÎŞ'ê

Pêngava Bagera Cizîrê di meha şeşan de ye. Li bajarokê Hecînê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime ku her du hêz tenê bi 300 metreyî dûrî ji hev in.

Pêngava Bagera Cizîrê ku şervanên YPG/YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê roja 9'ê Îlona 2017'an dest pê kiribûn ev şeş meh in dewam dike.

Pêngav ji du eniyan dest pê kir û didome. Eniya yekemîn li qiraxa çemê Firatê dewam dike, eniya din jî li çolê. Hemû gundên mezin ên ji Ebû-Hemamdanê heta Xîranîceyê ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Li herêmên Hecîn û Behranê ku operasyon lê didome, ji çar aliyan ve dor li çeteyên DAÎŞ'ê hatiye girtin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li bajaorkê Hecînê ev meheke dor li çeteyên DAÎŞ'ê girtine. Ji bo şopandina operasyona hêzên QSD'ê me berê xwe dan çeperên li bajarokê Hecînê. Ji ber ku bi roj timî êrîş û şer diqewime, em êvarê bi wesayitên zirxî çûn. Piştî ku bû şev, tevî wesayiteke zirxî ya ku lojîstîk û cebilxane dibir, em çûn gundekî.

BI DENGÊ FÎŞEKAN JI XEW HIŞYAR DIBE

Li gund ne ronahî heye ne jî mirov, tenê dengê teqîn û fîşekan tê. Panzerê em ji kolaneke tarî derbas kir û li ber malekê sekinî. Di nava tarîtiyê de destpêkê du şervanên jin xuya kirin. Bi rûkenî gotin, 'we xêr e, hûn hatine serdana gundê me?' Piştre em bi wan re ji quleke di dîwêr de hatibû vekirin derbasî nava malê bûn. Derdora me tijî şervan bû. Hemûyan jî bi ken û heneko gotin, 'ev mehek bû em li benda serdana we bûn'. Wê şevê em li wir man. Danê sibehê em bi dengê fîşekan hişyar bûn. Min ragihişt kamera xwe û ji bo kişandina dîmen derketim derve. Komek ji şervanan şer dikirin, komeke din jî çeper çêdikirin. Çend şervanan jî taştê ji hevalên xwe re amade dikriin. Piştî şerê nîv saetê gund bêdeng bû. Yek ji şervanan dît ku ez matmayî mame û hat cem min, ji min re got, "Jiyana me ya li vir a rojane wiha ye. Şer êdî ji bo me rûtîn e."

HEMÛ ÊRÎŞÊN DAÎŞ'Ê TÊN ŞIKANDIN

Şervan û çete tenê bi 300 metreyan dûrî ji hev in. Çete ji bo dorpêçiyê ji ser xwe rakin timî êrîş dikin. Bi taybetî rojê bi komî êrîş dikin, lê hemû hewldanên çeteyan ji aliyê şervanan ve tên şikandin. Şervanekî YPG'ê yê bi navê Hesen ji me re got, "Çeteyên DAÎŞ'ê heta niha gelek caran êrîşî me kirin. Lê belê hemû hewldanên wan têk çûn. Me derbên gelekî mezin li wan dan. Pêngav gelekî baş bi rê ve diçe. Di vê pêngavê de em ê DAÎŞ'ê biqedînin."

Şervanê YPG'ê Talal jî anî ziman ku ev 37 roj in ew li gundê Hecînê ne û diyar kir, çeteyên DAÎŞ'ê şeş caran êrîşî wan kirin û got, "Me jî hemû êrîş şikand. Bi her şêwe teknîkê li ber xwe didin. Lê her carê em êrîşên wan dişikînin. Hêzên DAÎŞ'ê yên ji Iraqê û cihên din reviyane, li vir li hev kom bûne. Her wiha sivîlan ji xwe re dikin mertal. Ji ber vê yekê jî em hay ji xwe hene û bi vê hesasiyetê tevdigerin."