YPG: Artêşa Tirk sivîl kirin hedef û lêdan

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Efrîn ragihand ku artêşa Tirk a dagirker sivîlên ji Cizîr û Firatê ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê ber xwe dan Efrînê kirin hedef û lêdan. Di encama êrîşê de şehîd û birînda hene.

Derbarê êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser sivîlên herêma Cizîrê û Firatê ku diçûn Efrînê Fermandariya YPG`ê ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Efrîn, têkildarî bombebarana artêşa Tirk a li ser sivîlên ji bo piştgirî bidin gelê Efrînê berxwe dabûn Efrînê daxuyaniyek nivîskî da û ev tişt got:

“Bi awayeke rast e rast kirina hedef a sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, tê wateya hemû nirxên mirovahiyê tê binpêkirin.

Îşev 22’yê Sibata 2018’an dema welatiyên sivîl ku ji jin, kal û pîran pêk dihat ku ji herêma Cizîrê û Kobanê ku ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ketibûn ser rê, gihîştin Efrînê bûn armanca êrîşên hov ên artêşa Tirk û çeteyê wê. Em van êrîşên dij nirxên mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Balafirên şer ên Tirk û çeteyên wê welatiyên sivîl rast e rast kirin hedef û bombe li wan barandin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Birîndar niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Efrînê topbaran dike, da ku tirsê di nava gel de çêbike û gel neçarî koçberiyê bike. Çend top li taxên Efrînê ketin û ev yek jî kîn û terora artêşa Tirk û tirsokiya wan diyar dike.ʺ