'Piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê ye'

Siyasetmedarê Kurd Hemo: Bila cîhan bi vê zanibe; Efrîn Kurd e, lê belê ji bo mirovahiyê şer dike. Piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê ye. Rabûna li ber Erdogan wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye.

Siyasetmedarê Kurd Dozdar Hemo got, "Serketina berxwedana Efrînê wê bibe serketina tevahiya mirovahiyê" û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

Hemo diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê bi pêşengiya Tirkiyeyê êrîşî Efrînê dike û destnîşan kir ku li Efrînê sûc li dijî mirovahiyê tê kirin.

Dozdar Hemo got, yê ku vî sûcî dike jî Tirkiye ye û wiha dewam kir: "Cîhan bêdeng e. Eşkere bû, hêzên ku hewl didin DAÎŞ'ê biqedînin, polîtîkayeke wan a ji bo qedandina DAÎŞ'ê nîne. Çeteyên ku êrîşî Efrînê dikin, yên dewletan bi xwe ne. Di serî de MÎT hemû rêxistinên îstîxbaratê van çeteyan bi rengekî veşartî bi kar tînin. Yên êrîşî Efrînê dikin çeteyên DAÎŞ'ê ne."

Siyasetmedar Hemo destnîşa nkir ku Erdogan DAÎŞ bi xwe ye û got, "Li Tirkiyeyê kampên wan hene. Dîmen hene ku nîşan didin bê MÎT'ê çawa çek ji wan re şandiye. Ev hemû belgekirî ne. Tirk, tişta ku dixwestin bi destê DAÎŞ'ê bikin, niha bi xwe dikin."

Dozdar Hemo işaret bi nîqaşên dema dawî yên li ser Konsolosxaneya Tirk a li Mûsilê û got, "DAÎŞ a ku her kes dikuşt û serê mirovan jê dikir, di ser Reqayê re ew li Girê Spî radestî MÎT'ê kir. Pêwîstî pê nîne ku dewletên navneteweyî komîsyonekê ava bikin û têkiliya Erdogan û DAÎŞ'ê lêkolîn bikin. Ji ber ku her tişt bi rengekî vekirî li pêş çavan e. Divê cîhan bi vê zanibe; piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê ye. Hemû çeteyên ku dane hev, DAÎŞ e."

Hemo bal kişand ser berxwedana mezin a mirovahiyê ya li Efrînê û wiha dewam kir; "Li pêşberî hemû êrîşên Erdogan û DAÎŞ'ê ku bûne belayê serê mirovahiyê, cîhan bêdeng ma. Êrîş îro li Kurdan tê kirin, sibe wê li gelekî din bê kirin. Efrîn nirxen mirovahiyê diparêze. Li dijî çeteyên qirker, faşîst û hov, ji bo nirxên mirovahiyê bi rengekî dîrokî li ber xwe dide."

Dozdar Hemo got, "Efrîn Kurd e, lê îro ji bo tevahiya mirovahiyê şerekî mezin dike" û wiha dewam kir: "Yên ku li ber vê komkujiyê ranebin, ew jî hevparên komkujiyê ne. Rabûna li ber Erdogan berpirsyariyeke dîrokî ye; wezîfeyeke mirovbûnê ye. Serketina berxwedana Efrînê wê bibe serketina hemû mirovahiyê. Yên ku li qad û kolanan dibêjin 'dil û mejiyê me bi Efrînê re ye' rast dibêjin. Ev gotin ji ber xwe ve nayên gotin. Refleksa ruhê azadî û têkoşîna hevpar e. Yên têk biçin wê dijminên mirovahiyê bin. Ev yek misoger e. Çawa ku gelan Hîtler, Mûssolînî û Saddam avêtin ser sergoyê dîrokê, wê DAÎŞ'ê û pêşengê wê Erdogan jî biavêjin heman cihî."

Di dawiya axaftina xwe de Hemo diyar kir ku her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' û 'ji malbata mirovahiyê me', divê li ber vê hewldana dagirkeriyê rabin, dengê xwe bilind bikin û got, "Ji ber ku sibe dibe ku dereng be. Şikandina van êrîşên qirkirinê wezîfeya tevahiya mirovahiyê ye. Parêzvanên mafên mirovan, saziyên mafên mirovan û mekanîzmayên navneteweyî divê li dijî vê qirkirinê bikevin nava liv û tevgerê û bi erka xwe ya însanî rabin."

Dozdar Hemo diyar kir ku divê dijminê mirovahiyê bên cezakirin û got, "Di şexsê Efrînê de wê berxwedana mezin a mirovahiyê bi ser bikeve."