Nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne eşekere kir.
YPG’ê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne eşekere kir.
Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên 17-20’ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê El Behra şehîd bûne eşkere kirin.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
ʺPêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêre Zorê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) ku di nav de Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê jî cih digre û bi tevlîbûna şervanên YPG-YPJ’ê ji roja destpêkê heta vê keliyê bênavber didome. Di çarçoveya pêngavê de bi taybetî di demên dawî de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatiye xistin û deverên girîng bajarokê El-Behra yê rojhilatê Dêra Zorê hatiye rizgarkirin.
Li ser vê bingehê di operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine lidarxistin de 3 şervanên me li hember çeteyan heta kêliya dawî bi lehengî şer kirine û di rizgarkirina bajarokê El-Behra yê Dêra Zorê de rolên girîng leyîstine, şehîd bûne.
Em weke YPG û YPJ`ê tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin û di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelên me re dixwazin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Ehmed El Zayit
Navê Dayikê: Wefa
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 17’ê Sibata 2018
***
Nav û Paşnav: Xazî El Ezawî
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Xenan
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20’n Sibata 2018
***
Nav û Paşnav: Xeyredîn Ezam
Navê Dayikê: Firat
Navê Bav: Ezam
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 17’ê Sibata 2018