Li Dêra Zorê 20 rojan 1776 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku bajarokê El Behra yê Dêra Zorê hatiye rizgarikrin û 20 rojên dawî 1776 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku bajarokê El Behra yê Dêra Zorê hatiye rizgarikrin û 20 rojên dawî 1776 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser Pêngava Bagera Cizîrê li malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Şervanên QSD'ê ku Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê jî di nav de ye cih digirin, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ya li dijî terorîstan bajarokê El-Behra yê rojhilatê Dêra Zorê rizgar kirin. Ev dever ji bargehên girîng ên terorîstên DAI'‘ê ne, ku tê de ambarên wan ên çek û cebilxaneyên hene. Her wiha weke nuqteya pêkanîna êrîşên bombekirî li dijî sivîlan û jêdera êrîşên li dijî şervanên QSD'ê dihate dîtin.
Hêzên me li derdora vî bajarokî, bi terorîstan re ketin nava şer de û bersiva her êrîşên wan dan. Di şerê 20 rojên dawî de, şervanên me derbên giran li terorîstan dan, tevî ku bi sedan mayîn li derdora bajarok û di nava malan de jî hatin danîn, lê şervanên me bi pisporî nêzî vê yekê bûn û herêm rizgar kirin.
Di şerê rizgarkirina El-Behra de ku bi destekdayîna balafirên koalîsyona navdewletî pêk hat, hêzên me miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin. Fermandariya meydanî ya şer jî diyar kir ku 20 rojên dawî hezar û 776 çete hatine kuştin, 16 topên hawanê, 17 wesayitên bombekirî, 8 çekên doçka, 14 wesayitên doçka li ser, 24 tirks, 3 bargehên bombekirina wesayitan, 2 panzêr, 5 balafirên keşfê, 7 motosîkletên barkirina cebilxaneyan, 1 fuze, 2 wesayitên BMB, 12 wesayitên leşkerî, 1 obus, 3 wesayitên barkirina cebilxaneyan û wesayiteke SPG3 ketine destê şervanên me.
Pêngava Bagera Cizîrê ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ve ji bo rizgarkirina bejahiya gundewarên Dêra Zorê tê meşandin, bi xurtî didome."