Koma duyemîn a artêşa Sûriye gihîşte Efrînê
Komeke din a leşkerên girêdayî yekîneyên parastina gel a girêdayî artêşa Sûriye gihîştin Efrînê.
Komeke din a leşkerên girêdayî yekîneyên parastina gel a girêdayî artêşa Sûriye gihîştin Efrînê.
Li gorî peymana YPG’ê û artêşa Sûriye li ser lihev kirine, komeke din a leşkerên girêdayî yekîneyên parastina gel a girêdayî artêşa Sûriye gihîştin Efrînê. Di dema derbasbûna hêzên Sûriyeyê de, di encama bomberdûmana balafirên Tirk ya li nêzî gundê Dêrjimêlê de 2 leşker miribûn, 3 leşker jî birîndar bibûn.
Serokkomarê Tirk Erdogan jî piştî êrîşê di daxuyaniya dayî de îdîa kir ku hêzên lê hatî xistin vekişiyane. Lê hêzên Sûriyeyê îro li eniyên Efrînê bi daxuyaniya dayî Erdogan derewand.
Li gorî peymana lihevkirinê YPG û artêşa Sûriyeyê wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hevpar li ber xwe bidin.