NÛ BÛ-Li Cindirêsê sivîlek şehîd, 3 sivîl jî birîndar bûn
Di encama bombebaran artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser navçeya Cindirêsê de sivîlek şehîd bû û 3 sivîl jî birîndar bû.
Di encama bombebaran artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser navçeya Cindirêsê de sivîlek şehîd bû û 3 sivîl jî birîndar bû.
Êrîşên dagirkirinê yên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê dewam dike. Di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyê wê ya li ser navçeya Cindirêsê de sivîlek şehîd bû, 3 sivîl jî birîndar bû.
Birîndar ji aliyê welatiyan ve hatin rakirina nexweşxaneyê. Navê birîndarên tên dermankirin wiha ne: Mihemed Ferîd Yûnis (18), Kamîran Nûrî Hisên (27), Mihemed Umer (28).
Dixtorên nexweşxaneyê diyar kirin ku rewşa Mihemed Umer ê birîndar xedar e.