Sivîlên ku li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê kete roja 34'an. Heta niha 176 sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin ku 27 jê zarok in, 21 jî jin in. 484 sivîl jî birîndar bûne, 60 jê zarok, 71 jî jin in.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Nûsra/El Qaîde ku hewl didin Efrînê dagir bikin, ji roja destpêkê ve êrîşî sivîlan dikin. Ji 20'ê Çileyê û vir ve di nava 34 rojan de 176 sivîl ku 27 jê zarok û 21 jin in, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Efrînê hatin kuştin. 484 sivîl jî birîndar bûn, 60 jê zarok in, 71 jî jin.

Piraniya şehîd û birîndarên sivîl ji aliyê balafirên şer û balafirên bê mirov ên bi çek ve hatin bombekirin. Dewleta Tirk ku bi destûra Rûsyayê dest bi bomberdûmana bi balafiran kir, ev 34 roj in bê navber bombeyan li navenda Efrînê û navçeyên wê dibarîne.

ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê Ancela Reşo, bîlançoya komkujiya ku dewleta Tirk li sivîlan kir ji ANF'ê re eşkere kir û got, "Dewleta Tirk ji roja destpêkê ve êrîşî sivîlan dike. Tevî ku di daxuyaniyên xwe de îdîa dike ku êrîş li sivîlan nayê kirin, heta niha bi giranî êrîşî zarokan, jin û koçberan kirine."

'ME CENAZEYÊN HIN SIVÎLAN NEDÎT'

Ancela Reşo got, ji ber êrîşên dewleta Tirk 176 sivîl mirin ku 27 jê zarok in, 21 jî jin in; her wiha 484 sivîl jî birîndar bûn ku 60 jê zarok, 71 jî jin in. Ancela Reşo wiha dewam kir: "Heta niha ji ber êrîşên bi balafiran û topbaranê 176 welatiyên me yên sivîl şehîd bûn. Tevî vê yekê dewleta Tirk gelek caran komkujî kir. Me hê cenazeyên gelek sivîlên xwe nedîtine."

'DEWLETA TIRK KOMKUJÎ KIR'

Ancela Reşo got ku dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe xwest komkujiyan bike û diyar kir gelek sivîlên hatin kuştin koçber in ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê xwe li Efrînê girtibûn. Li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin Ancela Reşo ev agahî da: "Komkujiya destpêkê ya ku dewleta Tirk li sivîlan kir, li taxa Tirêndê ya Efrînê hate kirin. Malbateke ku ji herêma Kefer Hemra ya Îdlibê hat, li vê derê bû hedef. 2 kes hatin kuştin ku yek jê zarok e û 4 kes jî birîndar bûn. Komkujiya duyemîn jî 21'ê Çileyê li gundê Cilbirê hate kirin. Li vir jî malbatên ji herêma Meryemînê koç kirin bûn hedef. 8 kes şehîd bûn, 11 kes jî birîndar bûn. Komkujiya sêyemîn roja 26'ê Çileyê li Mabatayê hate kirin. 6 kes hatin kuştin, kesek jî birîndar bû. Komkujiya çaremîn li herêma Gobelê li dijî malbateke koçer hate kirin. 8 kes hatin kuştin, 8 kes jî birîndar bûn. Tevî vê yekê li navçeya Racoyê balafirên şer bombe li malbateke Ermenî barand. Zarok şehîd bûn, dê û bav birîndar bûn."

ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN

Ancela Reşo diyar kir ku tevî êrîşên giran ên dewleta Tirk jî gel cih û warê xwe neterikand û got, "Rojên dawî dest bi bikaranîn çekên qedexekirî kirin. Çekên bi madeyên qedexekirî bi kar anîn. Li ser bedena 6 sivîlên li gundê Erendê yê Şiyê birîndar bûn, me gaza klorê dît."

Li gorî qeyda Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 176 sivîl şehîd bûn ku 27 jê zarok in, 21 jî jin in.

ZAROKÊN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATIN KUŞTIN

1- Yahya Ehmed Hemeda (9)

2- Selma El Huseyîn (6)

3- Xaliya El Huseyîn (8)

4- Hedil El Huseyîn (10)

5- Wail El Huseyîn (1)

6- Museab El Huseyîn (6)

7- Ehmed El Huseyîn (17)

8- Nav nehat hînbûn

9- Sami El Huseyîn (12)

10- Memed Xelîl Bekir (10)

11- Nav nehat hînbûn (keç)

12- Cegerxwîn Memed (16)

13- Nazû Yûsif Yûsif (16)

14- Zekiya Taha El Xatir (15 salî, welatiyeke astengdar)

15- Esra Taha El Xatir (6)

16- Ezadin El Amir (8)

17- Suleyman El Xatir (14)

18- Nav nehat hînbûn

19- Ehmed Kino (15)

20- Henadî Kîno (15)

21- Sefayî Kîno (7)

22- Suzan Siphî Huseyîn (11)

23- Hesen Kîno (13)

24- Kemal Kîno (7 mehî)

25- Nav nehat hînbûn

26- Arhat Ehmed Elîko (9)

27- Heyfa Mihemed Kelaho (13)

JINÊN JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Jinên ji ber êrîşên dewleta Tirk hatin kuştin:

1- Rehef El Huseyîn

2- Nav nehat hînbûn

3- Amara Elî

4- Evîn Azad

5- Sewsen Cemîl

6- Elmasa Şêxo Horo

7- Nav nehat hînbûn

8- Fatma Mihemed

9- Hevîn Mihemed Robîcî

10- Emîna Mistefa El Xatîr

11- Fatîma Ehmed Ebdîrbo

12- Cûrya Kîno

13- Eyşa Xalîd

14- Rîwan El Eswed

15- Emîra Kîno

16- Nav nehat hînbûn

17- Nav nehat hînbûn

18- Zeyneb Mihemed

19- Emîna Şahîn

20- Hûrya Ebîd Hecrîs

21- Fehîma Hemeda El Hemeda.

MÊRÊN JI BER ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

1- Kînco Kînco

2- Cûma Yehya Mecîd

3- Aslan Fehîm Mîsto

4- Omer Mihemed Reşîd

5- Îbo Xelîl Reşîd

6- Sebrî Elî Sebrî

7- Kanîwar (paşnav nehat hînbûn)

8- Îzedîn El Amîr Azad

9- Azad (paşnav nehat hînbûn)

10- Reşîd El Neesen

11- Mecîd Abîd

12- Basîl Hesen

13- Mehmûd (paşnav nehat hînbûn)

14- Gîvara (paşnav nehat hînbûn)

15- Behrî Ednan

16- Mihemed Henan

17- Beşar Dilşêr Welat

18- Çekdar (paşnav nehat hînbûn)

19- Bedîr El Hîsên

20- Mihemed Ebdo Kînco

21- Welîd Mistefa Kûlsîlî

22- Ehmed Rehmano

23- Mihemed Mehmûd Qûdo

24- Basîl Rîdwan Îbrahîm

25- Omer Mîsto

26- Mihemed Beyrem Mihemed

27- Elî Şêxo

28- Ehmed El Huseyîn

29- Ebdûlqadîr Şêxo

30- Rustem Nûrî Heftaro

31- Mihemed Fewzî Bekîr

32- Mihemed Mistefa Mîsto

33- Nav nehat hînbûn

34- Elî Ebdûlrehman Şêxo

35- Welatiyekî astengdar, Nav nehat hînbûn

36- Îmad Sîmo

37- Nav nehat hînbûn

38- Nîda Xelîl

39- Xelîl Mihemed Mihemed

40- Ehmed Mihemed Reşîd

41- Ciwanekî navê xwe nehat hînbûn

42- Ciwanekî navê xwe nehat hînbûn

43- Ciwanekî navê xwe nehat hînbûn

44- Xelîl Hûrîk Weys

45- Hîsên Mihemed

46- Nav nehat hînbûn

47- Mihemed Hesen Reşîd

48- Ebdûlqadîr Mennan Hemo

49- Şêxo Heyder Şalîk

50- Mihemed Hadî Hadî

51- Mihemed Ehmed Bîlatî

52- Ebdo Mihemed Saîd Xelîl

53- Cîwan Welîd Mistefa

54- Şêxmûs Ebdûlrehman Dawûd

55- Şêxo Enwer Kûnîs

56- Mehmûd Mihemed Mistefa

57- Nêçîrvan Mihemed Emîn Ebdo

58- Ridwan Rîfet Hesen

59- Mihemed El Xatîr

60- Taha Mistefa El Xatîr

61- El Xatîr

62- Mihemed Salah Mihemed

63- Omer Hîkmet Bekîr

64- Ebdo Cûma Hîsên

65- Nasir Elî Mîsto

66- Nîda El Ehmeddd

67- Mihemed Ehmed

68- Emîr Hesen

69- Saîd El Mihemed

70- Elî Ebdûlrehman

71- Mihemed Ehmed Bekîr

72- Mehmûd Mistefa Mastûrlî

73- Ferhad Sîlêman

74-Behcet Niyazî Sîdo

75- Îbrahîm Hisên Elî

76- Ehmed Ednan Mennan

77- Zekeriya Îsmaîl Kawa

78- Mihemed Ednan Elî

79- Omer Îbrahîm Reşo

80- Ebdûlah Mîqdat Habîl

81- Rojhat Mûsa

82- Elî Ehmed Bekîr

83- Ocelan Arîf Bekîr

84- Mehmûd Reşît Soko

85- Ehmed El Casîm

86- Arîf Elo Ezîz

87- Mihemed Omer

88- Şêrwan Hesen

89- Mihemed Elî Hemo

90- Ehmed Hemûd

91- Bekîr Xelo

92- Iyd El Bînîf

93- Şêrwan Îbrahîm Îbîş

94- Hesen Ebû Zûhûr

95- Ronî Ebdo

96- Şîvan Hebeş

97- Mistefa Qedûr

98- Mûnzûr Mistefa

99 Ehmed Hemo

100- Basîl Qerehesen

101- Mistefa Mistefa

102- Elî Hembeşo

103- Mihemed Mihemed

104- Cemal Kemal Mîsto

105- Ehmed Hemo Sîlêman

106- Kawa Ezîz Elûş

107- Dîldar Ehmed Tobal

108- Ehmed Mihemed Horo

109- Hîsên Mehmûd Nebo

110- Mihemed Enwer Xelîl Mistefa

111- Mazlûm Zekeriya Reşo

112- Ferhad Mihemed Îbîş

113- Nisret Osman Hîsên

114- Ednan Mihemed Îbrahîm

115- Mihemed Îbrahîm

116- Mihemed Îbrahîm Reşo

117- Heyder Mihemed Sîdo

118- Osman Mihemed Naso

119- Kawa Nûrî Şahîn

120- Cîwan Mihemed Memo

121- Demhat Hisên Qenber

122- Ridwan Mihemed Hîsên

123- Mehmûd Hesen Berazî

124- Ebdûreham Akkaş

125- Hisên Mistefa Mecîd

126- Mihemed Mistefa Qere Mistefa

127- Nav nehat hînbûn

128- Eşref Elî Heyder.