Hêzên Sûriyeyê li navçeyan bi cih dibin

Hêzên ser bi artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Efrînê di bich dibin. Komeke sêyemîn jî ji hêzên Sûriyeyê hatin Efrînê.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku li dijî teror û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Qaîdeyê tê kirin, di roja 34'an de ye.

Li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk li herêmê dike û dixwaze beşek ji axa Sûriyeyê qut bike, di navbera YPG û artêşa Sûriyeyê de ji bo parastina sînoran peymaneke leşkerî hatibû kirin.

Di çarçoveya vê peymanê de komek ji yekîneyên parastina gel ên ser bi artêşa Sûriyeyê 2 roj berê derbasî Efrînê bû. Koma duyemîn a artêşa Sûriyeyê jî duh êvarê xwe gihand Efrînê. Îro jî koma sêyemîn a leşkerên Sûriyeyê hate Efrînê.

Koma destpêkê ya hate Efrînê li ser sînorê navçeyên Cindirêsê û Raco hatin bicihkirin. Dîmenê hêzên Sûriyeyê yên li gundên Racoyê hatin bicihkirin, hate kişandin.